Ji bo girtiyê nexweş Guneş Tekîn bang kirin

Di çalakiya "Rûniştina F" ya li Stenbolê hat lidarxistin de, bal li ser rewşa Guneş Tekîn hat kişandin.

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixin, di hefteya 578'an de li dar xist.

Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiya girtiya bi nexweşiya giran Guneş Tekîn a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê girtin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Hatîce Onaran, diyar kir ku roj bi roj mirina li girtîgehan zêde dibe.

Hatîce Onaran got, "Nexweşa bi pençeşêra rehîmê, gastrîta kronîk a aktîf, refluksa pêşketî, tîroîd û kolîtê heye." Hatîce Onaran xwest Guneş Tekîn bê berdan.

'Ez pir westiyam'

Di çalakiyê de nameya Guneş Tekîn hate xwendin:

"Niha laşê min pir lawaz bûye. Ji aliyekî ve şert û mercên girtîgehê û ji aliyê din ve timî bikaranîna dermanan min westand. Dermanê ku tiştekî derman dike jî bi bandorên xwe re dibe sedema nexweşiyeke din. Jiyana bi 16 sal in ku di girtîgehê de mam û van salan bi nexweşiyê derbas kirim, min westand."