Ji bo girtina cenazeyê rojnamevanên hatin qetilkirin serlêdan hat kirin
Malbatên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin ji bo girtina cenazeyan serî li ÎHD û OHD’ê dan.

Mêrdîn – Ji bo cenazeyên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di êrişa SÎHA’ya dewleta Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, bibin warên wan malbatan serlêdan kir.
Malbatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) yên Mêrdînê dan û daxwaza anîna cenazeyan kirin.
Di çarçoveya serlêdanê de ÎHD û OHD piştî bi dozgeriyê re hevdîtin bikin, wê biryar bidin cenaze bînin an na.