Ji bo darizandina DAIŞ’ê jin bi biryar in

Dayikên Efrînî yên ku zarokên wan bi destên çeteyên DAIŞ'ê hatine qetilkirin, ji bo biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ’ê gotin: “Ew li ber çavên me bên darizandin jî dilê me rehet nabe.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Cîhanê hemû dît ku çawa QSD'ê li dijî DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer kir, bi taybet li Kobanê têkbirina çeteyan mohra xwe li dîrokê da. DAIŞ’a ku bi hebûna xwe li van herêman gelek sûcên şer kiriye, bi riya dewletên hegemon û di serî de Tirkiyeyê bi destekdayîna hikumeta Enqereyê ket axa Sûriyeyê. Tevî sûc û şerê ku didan meşandin jî QSD’ê wan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir. Zêdetirî 10 hezar çeteyên rêxistina DAIŞ’ê hatin girtin û niha li girtîgehên li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne.

Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser di 10'ê Hezîranê de biryar girt ku zêdetirî 10 hezar ji çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî di dadgehên eşkere, adil û zelal de bên darizandin. Ev jî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên taybet bi terorê û li gorî parastina mafên mexdûran û malbetên wan tê kirin. Heya niha jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di banga xwe ya avakirina dadgeheke navneteweyî û darizandina DAIŞ’ê de li gorî rêbazên navneteweyî bi îsrar e.

Dayikên Efrînê yên koçberî kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne û li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna Şehbayê bi cih bûne û zarokên wan bi destên terorên DAIŞ'ê di şerê Kobanî de hatine qetilkirin, nêrînên xwe der barê biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina DAIŞ'ê ji me re anîn ziman.

Werin darizandin jî dilê me rehet nabe

Dayika Mezlûm Qendîl, Henîfa Şêxo kêfxweşiya xwe ya ji bo darizandina sûcdarên zarokên wan wiha anî ziman: "Kurê min dema bi erka xwe ya parastina axa welatê xwe radibû, li Kobanê bi destên çeteyên DAIŞ'ê şehîd bû. Li Kobanê şerekî dijwar û giran hat meşandin, rast e kezeba me şewitî lê di dawiyê de zarokên me li hemberî terorîstên DAIŞ'ê bi ser ketin û axa xwe parastin. Em ji zû ve li benda biryareke ji bo darizandina DAIŞ’ê bûn divê tola zarokên me li erdê nemîne. Em bi vê biryarê gelek kêfxweş bûn. Em  li dijî qetilkirin û kuştinê ne lê kezeba me şewitiye, DAIŞ’î li pêşiya çavên me bên daliqandin û cezakirin jî dilê me rehet nabe. Ger ji dayikan bê xwesetin em amade ne çekê rakin û li hemberî dijmin şer bikin. Em tu carî zarokên xwe ji bîr nakin."

Em ê tola zarokên xwe bigrin

Dayika pakrewan Şoreş Efrîn, Meziyet Yûsêf got ku divê tola zarokên wan li erdê nemîne û got: "Em mafên zarokên xwe yên bi destên DAIŞ'ê hatin kuştin dixwazin. Em li kêleka Rêveberiya Xweser in ji bo darizandina DAIŞ’e ev biryar di cih de ye divê ku xwîna zarokên me li erdê nemîne. Em mafên xwe ji terorîstan dixwazin, wan agir bi dilê me xistin lê em dîsa ne poşamam in. Em li ser riya pakrewanên xwe dimeşin û em ê tola wan hildin. Ji ber ku dema zarokên me ji bo mafên xwe şer dikirin, hatin qetilkirin. Em bi saya têkoşîna wan îro li ber xwe didin. Êdî bes e ji bêdengî û xiyanetê re, em ê xwe bi xwe heyfa zarokên xwe bistînin. Divê ev çete zûde bihatina darizandin."