Ji bo bûyerên mirina bi guman ên li Farqînê pêşniyara şandeyê hat kirin

Derûnnas Heval Zelal Avci diyar kir ku divê komîteyek ji derûnnas, civaknas û karmendên civakî were damezrandin û bûyerên mirina bi guman ên li Farqînê di bin navê “xwekujiyê” de çêdibin lêkolîn bike û got; "Divê bi taybeti li Farqîn û Amedê bi rêxistinên civaka sîvîl û partiyên cûuda re hevdîtin werin kirin û xebat bên meşandin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Bi taybetî li herêmên Riha, Amed û Mêrdînê, di bûyerên mirinê yên di bin navê "xwekuştinê" de zêdebûnek pir cidî heye. Yek ji van deran jî navçeya Farqîna Amedê ye, di nav salek de 6 ji wan jin bi tevahî 16 bûyerên mirina bi guman çêbûn. Her çend sedemên wekî "tundûtûjiya sîstematîkî, zexta malbatê, bêkarî, hejarî" ji bo xwekuştinan hatibin rêzkirin jî bi taybetî xwekuştina du xwişk û bira, li navçeyê bû sedema fikarên cidî. Em bi, ji Însyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê, bi Derûnnasa Klînîkê  Heval Zelal Avci re, li ser bûyerên xwekuştinê yên vê dawiyê li navçeyê çêdibin axivîn.
"Mirov di pêvajoyeke bêhêvî re derbas dibin"
Heval Zelal Avci mirina bi dilxwazî ye kesan wekî "xwekujî" pênase kir û anî ziman ku gelek faktorên derûnî-civakî hene, vê metirsiyê zêde dikin. Heval Zelal Avci diyar kir ku awayê jiyana erênî û neyînî yên civakî, bandorê li ser van bûyeran dike û got; "Rewşên wekî asta civakî-aborî ya kêm, bêkarî, tenêtî, koçberî, girtîgeh faktor in û dikarin bi xwe re metirsiya xwekuştinê zêde bikin. Her wiha faktorên wekî zayend, xortanî, bi malbatî re jiyîn, pîrbûn, hevberdan faktorên ku dibin sedema xwekuştinê ne. Dema ku di vê çarçoveyê de were hesibandin dê were dîtin ku neyîniyên bi pêvajoya pandemiyê, bêkarî, xizanî, bê civakbûn û tenêtiyê re zêde bûn, dibin sedema zêdebûna xwekuştinan. Bi pêvajoya pandemiyê re, mirov di pêvajoyeke bi fikar û bêhêvî re derbas dibin. Mirov di jiyana xwe de serdemek ji nediyariyê derbas dike. Ji ber van sedeman, bûyerên xwekuştinê zêde bibin. Hem pêvajoya pandemiyê û hem jî zêdebûna bêkarî û depresyona aborî dibe sedema bûyerên xwekuştinê.”
"Farqîn di tevahiya dîrokê de rastî bûyerên şîdetê hatiye"
Heval Zelal Avci der barê Farqîna ku ji Hezîrana sala borî ve 6 ji van jin 16 kesan jiyana xwe ji dest dane de, diyar kir ku yên jiyana xwe ji dest dane temenê wan di navbera 17-40 salî de ne. Heval Zelal Avci diyar kir ku gelek sedemên zêdebûna xwekuştin û mirina gumanbar ên li navçeyê hene lewre di tevahiya dîrokê de awayê pêkhateya civakî ya li navçeyê û her wiha sedemên civakî jî divê werin hesibandin. Heval Zelal Avci axaftina xwe wiha domand: “Ya rast, sedemên yekem ên ku der barê zêdebûna xwekuştinan de tên bîra mirov ev in; sedemên wekî bêkarî, pêvajoya pandemîk, şîdeta nav malê, nexweşiyên psîkolojîk... Farqîn bi rastî erdnîgariyek e ku di seranserê dîrokê de şîdet û şerên cuda cuda dîtiye. Bûyerên di sala 1915’an de, hatine jiyîn, polîtîkayên ku piştî 1925’an hatine meşandin, qanûna leşkerî ya piştî 1980’an hat sepandin, piştî 1990’an valakirina gund, pêvajoya pevçûnê di 2015’an nîşan dide ku Farqîn di seranserê dîrokê de bûye cihê şîdetê. Bîra kolektîf a ku ji hêla sazûmana siyasî û civakî ve hatiye çêkirin bandorê li jiyana mirovan dike. Bûyerên civakî dibe ku bibin sedem kes xwe bikuje lê nikare were gotin ku xwekuştin tenê di encama faktorên civakî de çêdibe. Raman û çalakiya xwekuştinê ji pêkhateya genetîkî ya mirov, faktorên psîkolojîk, an jî bandora faktorên derdorê derdikevê holê.
"Pêwîst e sedemên mirinê werin eşkerekirin" 
Heval Zelal Avci got ku divê şandeyek ji derûnnas, civaknas û karmendên civakî were avakirin, li navçeyê li ser bûyerên mirina zêde lêkolîn bike û îfade kir ku sedema mirinê tenê bi vî rengî dikare were zanîn û eşkerekirin. Heval Zelal Avci got;0 “Biçin Farqînê; bi malbat û xizmên kesên ku xwe kuştine re hevdîtin bikin û bi taybetî li Farqîn û Amedê bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên cihêreng re divê hevdîtin bên kirin û xebat bên meşandin. Di heyeta hatiye avakirin de; psîkolog, civaknas, psîkyatrîst, xebatkarên civakî, pisporên edlî; bi rastî, hemû komên pîşeyî yên ku di warê civak û tenduristiya derûnî de dixebitin divê cih bigrin.”
"Pêwîst e medya zimanek teşwîqkar bi kar neyne" 
Heval Zelal Avcî, destnîşan kir ku ji bo di warÊ civaknasî û psîkolojîk de lêkolîn bikin û wan kêm bikin divê polîtîkayên di astên mîkro, mezzo û makro de werin hilberandin ku sedemên zêdebûna xwekuştinan bên eşkerekirin û got; "Girîng e ku mirov perwerdeyên psîkolojîk bibînin û ji bo ku lêkolîn werin kirin, piştgiriya psîkolojî zêde bibe. Divê neyê jibîrkirin ku gelek sedemên xwekuştinê hene û hewldana xwekuştinê dikare bi destwerdana zû psîkososyal were astengkirin. Wekî din divê medya bala xwe bide ser zimanê ku tê bikaranîn. Di vê xalê de girîng e zimanê ku ji hêla medyayê ve tê bikaranîn biguhere. Ne zimanek e ku xwekujiyê teşwîq dike û bûyerên xwekujiyê asayî dike, divê dijberî vê nûçe bi helwest werin amadekirin.”
Agahdariyên kesên di navbera Hezîrana 2020-2021’ê de li navçeyê di bin navê "xwekuştinê" de jiyana xwe ji dest dane ev in:
* Yusuf Uçar: Di 10’ê Hezîrana sala 2020’an de, li mala xwe kuştî hat dîtin. Wekî xwekuştin derbasî qeydan bû. 
* Berat Yalçın 18: Di 4’ê Îlona 2020’an de jiyana xwe dest da. Wekî xwekuştin derbasî qeydan bû.
* Zehra Eken: Di 10’ê Îlona 2020’an de li gundê Mala Elike bi awayekî guman jiyana xwe dest da.
* Ferhat Yavuz 18: Di 13’ê Îlona 2020’an de jiyana xwe dest da, wekî xwekuştin derbasî qeydan bû.
* Ahmet Kirici 26: Hat îfadekirin ku di 15’ê Îlona 2020’an de ji ber "zehmetiyên aborî” bi çekê dawî  li jiyana xwe anî.
* Imam Kili 18: Di 30’ê Îlonê de, di avahiyek înşaatê de mirî hat dîtin.
* Dîndar Gul 26: Piştî ku ezmûna nobedariyê qezenc kir û navê wî hat rakirin, piştî depresyona ku ketê, di 25’ê Cotmehê de xwe avêt çemê Malabadê û întihar kir.
* Şaban Simbil 23: Di 2'ê Kanûna sala 2020’an de, li gundê Boşatê yê Farqînê bi çekê dawî li jiyana xwe anî.
* Ozan Tanış 32: Ozanê ku xebatkarê tenduristiyê bû, li kolana Kale ya li navenda navçeyê di xaniyek terikandî de mirî hat dîtin.
* Ronahî Çerkezoglu: Ronahî, xwendekara pola 10’emîn a dibistana Amedeyî ya Pîşeya Tenduristî bû, di 14’ê Nîsana 2021’ê de li mala xwe jiyana xwe destdayî hat dîtin. Di lêpirsînên paşîn de, hat destnîşankirin ku malbata wê hewl dabû wê bi zorê bide zewicandin û di bin zextê de bû.
* Suleyman Hasoglu 27: Suleyman Hasoglu ku ji ber bêkariyê dilteng bû, di 21’ê Nîsana 2021’ê de ji avahiya ku lê bû ji qata 14’an xwe avêt û jiyana xwe ji dest da.
* Semanur Kaplan 18: Di 23’ê Nîsana 2021’ê de, li gundê Taxik ê Farqînê, bi guleyek ji tivinga bavê xwe yê cerdevan jiyana xwe dest da. Semanûra ku di bûyera bi navê "Dema ku çek paqij dikir agir pêket" gule li pişta wê ketibû jiyana xwe dest da. Piştî bûyerê, bav sê rojan hat binçavkirin û piştî girtina îfadeya wî hat berdan. Lêpirsîna ku li ser bûyerê hat vekirin hîn jî didome.
* Mizgîn Şîmşek 23: Hat îdiakirin ku Mizgîn Şîmşek a bi awayekî guman jiyana xwe dest da hat îdiakirin ku dermanê çandiniyê vexwariye.
* Rengîn Şîmşek: Di 7’ê Hezîrana 2021’ê de ji hêla birayê xwe yê mezin Muhammet Şîmşek ve bi çekê hat qetilkirin.
* Muhammed Şîmşek: Piştî Rengîn qetil kir, bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.
* Ayşe Tanyurak 40: Ayşe Tanyurak a dayika 7 zarokan ku li Taxa Bahçelîevlera Farqînê dijiya, di 8’ê Hezîranê de li mala xwe bi guman mirî hat dîtin. Derket holê ku Ayşe Tanyurak ji hêla hevjînê xwe yê berê Adem Tayurak ve rastî şîdeta sîstematîkî hatiye û hefteyek beriya mirina wê der heqê wî  mirovî de biryara dûrketinê hatibû girtin.