Ji bo bîranîna têkoşerên komkujiya Helincê, cihê bûyerê bû muzexane

Têkoşer Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel û Emîne Weysî di salvegera xwe ya yekemîn de, ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin bibîranîn. Kongreya Star ji bo bîranîna têkoşeran cihê bûyerê weke muzexane vekir.

 
Kobanê- Dewleta tirk di 23`ê Hezîrana 2020`an de gundê Helincê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dabûn. Îro bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiyê, jinên ji Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrezor, herêma Cizîrê, herêma Firatê, malbatên hersê têkoşeran li gundê Helincê kom bûn û hersê cangorî bi bîr anîn. 
Di destpêkê de jin li xaçerêka gundê Helincê kom bûn û bi berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin", hilgirtina wêneyên Zehra, Hebûn, dayika Emîne, siyasetmedar Hevrîn Xelef,  Denîz Poyraz, alên Kongreya Star û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heta cihê bûyerê meşiyan û rawestiyan. Piştre ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, deqeyek rêz hat girtin. Paşê gelek axaftin û name hatin xwendin.
"Ew bûn çavkaniya têkoşîn û zanistê"
Endama Koordînasyona Kongreya Star û keça têkoşer Emîne Weysî, Mizgîn Xelîl ku komkujî li mala wê çêbû, wiha axivî: "Armanca bi vê komkujiyê bîrdozî bû û bi zanebûn, dewleta tirk xwest bi vê êrîşê tevahî jinan di komkujiyeke nû re derbas bike. Ez bi navê malbatên şehîdên komkujiyê û Rêxistina Kongreya Star dibêjim ku têkoşer Zehra, Hebûn û dayika Emîne, bûn çavkaniya zanist, hêvî, bawerî û heqîqeta jinên azad. Em êdî ji tiştekî natirsin, li şûna van têkoşeran bi hezaran jinan soza bilindkirina asta xebat û têkoşînê dan."
"Em bi pêşengiya wan têdikoşin"
Her wiha seroka Desteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Welai Nacî nameya jinên Tebqayê wiha pêşkêş kir: "Îro bi saya van cangoriyan em weke jinên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan, Ermen û Çerkez li vir kom bûne û me tabloyeke rengîn ava kiriye. Berxwedaniya ku li Kobanê hat kirin wê her tim ji bo me çavkaniya ronahiyê be her wiha wê serkeftina Kobanê di hundirê dewleta tirk de wekî kulekê bimîne. Pêşengên vê berxwedanê jin bûn, ji ber vê dewleta tirk Zehra, Hebûn û dayika Emîne hedef girt. Wê Arîn, Barîn, Hevrîn, Zehra, Hind û Seida pêşengên têkoşîna me bin."
"Em ê armcana têkoşîna cangoriyan bi cih bînin"
Endama Koordînesyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Welîde Botî wiha got: "Êrîşên dawî yên dewleta tirk konsepta dagirkerî û kevneperest a hişmendiya baviksalarî ya li ser gelên azadîxwaz e. Êrîşên gelek mezin li jinên têkoşer û pêşeng hene. Ji ber vê wê hêviyên wan jinên têkoşer li şûna xwe nemînin, soza me bi cih anîna armancna têkoşîna wan e."
Her wiha Endama Kombûna Jinên Zenubiya Xud Elî Îsa jî wiha got: "Van cangoriyan têkoşîna bi destxistina azadî, demokrasî û wekheviyê dikirin. Dewleta tirk jî xwest bi qetilkirina van jinan vîna me bişkîne. Ev êrîş tirsa dewleta tirk a ji hêz û têkoşîna jinan teqez kir." 
Piştî axaftinan Kongreya Star cihê bûyerê weke muzexaneya komkujiya Helincê hat vekirin. Di muzexaneyê de cil û tiştên hersê têkoşeran her wiha bermahiyên bombebaranê û wêneyên hersê têkoşeran hatine daynin.
Bîranîn bi dirûşmên "Jin jiyan azadî " û "Şehîd namirin"  bi dawî bû.