Ji bo bîranîna komkujiya Helincê li herêma Firatê rêzeçalakî hatin li darixstin
Rêxstina Kongreya Star a herêma Firatê li navçeya Eyn Îsa û Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî bi bîr anî.
Kobanê - Balafirên bê mirov (SIHA) yên dewleta tirk di 23'ê Hezîranê de gundê Helincê bombebaran kir. Di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika welatparêz Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Bi vê wesîleyê Kongreya Star çalakî li dar xistin.
Jinên Eyn Îsa her sê jinên têkoşer bi bîr anîn
Bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiyê, Endamên Kongreya Star yên kantona Girê Spî ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê hatiye dagirkirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa yê hat dayîn, bi dehan ji nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û meclîsên sivîl amede bûn. Jinan alên Kongreya Star, wêneyên têkoşerên komkujiyê hildabûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Meha Elî ve hat xwendin.
"Komkujiya Helincê kîn û hovîtiya dewleta tirk ya li hember jinan teqez dike"
Meha Elî ydi destpêkê komkujî şermezar kirin û wiha got: "Bi navê Kongreya Star a Kantona Girê Spî, em êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmên me û komkujiya hov ku li gundê Helincê pêk anîbûn, şermezar dikin. Ew êrîşa ku bi zanebûn hat kirin û di encamê de Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan, hovîtî û kîna dewleta tirk ya li hember jinan teqez dike. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihêz kirin, dewleta tirk vê hêzê li ser dîktatoriya xwe xeter dibîne. Ji ber vê ew her tim hewil dide ku jinan qetil bike da ku vîna jina azad bişkîne. Ji ber vê em ê bi rêxistinbûna xwe tola rêhevalên xwe hilînin û li hember dagirkeriya dewleta tirk bibin bersiv."
"Emê têkoşîna xwe bilind bikin"
Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê wiha hat kirin: "Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe ya li hember kiryar û dagirkeriya dewleta tirk derkevin. Em weke jinên Kantona Girê Spî soza bilindkirina têkoşîna xwe didin, em ê bibin şopdarên Zehra, Hebûn û dayika Emîne. Em xwediyên vê axê ne, ji ber vê serkeftin wê ya me be û têkçûn jî wê ya dagirkeran be."
Jinên Kobanê Zehra, Hebûn û dayê Emîne bi bîr anîn
Di heman çarçoveyê de li Kantona Kobanê jî rêze civîn li Kobanê, gundê Tilêcibê û bajarokê Sirînê hatin li darixstin. Civîna ku li Tilêcibê hat li da rxistin, li akademiya şehîd Rûstem Kobanê bi amedebûna bi dehan ji gelê navçeya Şêranê, komîn, meclîs, sazî û dezgehên wê hat çêkirin. Civînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna canogriyên azadiyê destpê kir. Piştre berdevka Meclîsa Edaleta Jin a herêma Firatê Felek Yusif axivî.
"Dixwazin ku şoreşa azadiya jinê têk bibin"
Felekê Yusif got ku dewleta tirk komkujiyên jinan çêdike û wiha axivî: "Meha Hezîranê ji bo me xwedî mîrateyekî dem dirêj e. Pêşengên vê mehê têkoşer Zîlan û Sema Yûce ku li hember xeta îxanet û hêzên komploger bûn sembolên têkoşîn û berxwedaniyê. Jinên Kurd têkoşîna van lehengan ji xwe re bingeh girtin, ji ber vê komkujiyên ku dewleta tirk di vê mehê de pêk tîne bi zanebûnin. Em di sala borî de bûn şahîdê komkujiya Helincê ku di encamê de jinên rêveber û pêşeng hatin hedef girtin. Hîna salek çênebûye, dewleta tirk jineke din qetilkir. Dewleta tirk tevahî pîvan û zagonên navneteweyî binpê dike û dixwaze şoreşa azadiya jin têk bibe."
Felekê Yusif xwedîderketina li têkoşerên komkujiya Helincê anî ziman û got: "Çawa ku bi salane me xeta Zîlan, Sema û Bêrîtanan parast, em ê xwedî li xeta Zehra, Hebûn û dayika Emîne jî derkevin. Hêz û vîna me bîrdoziya Rêber Apo ye, em ji kiryarên dewleta tirk natirsin. Berovajî em roj bi roj bihêztir dibin û dewleta tirk jî lewaz dikeve."
Civîn bi dirûşmeyên ku têkoşîna jin silav dike bi dawî bû.