Ji bo bihêzkirina jin û keçan projeya "Deng û Pêşengiya Jinê" hat destpêkirin

Rêxistina Oxfam a Mexribê projeya "Deng û Pêşengiya Jinê" ragihand û armanc bi vê projeyê wê bersivdana hewcedariyên rêxistinên herêmî yên parastina mafên mirovan li 30 welatên cîhanê ku Mexrib jî di nav de ye.

Mexrib- Rêxistina Oxfam a Mexribê, bi hevkariya Encumena Neteweyî ya Mafên Mirovan, bi riya semînera ku di 30’yê Mijdarê de hat lidarixstin, di çarçoveya bernameya sereke ya karên derve ya Kanadayê de, projeya "Deng û Pêşengiya Jinê" dest pê kir. Bi projeyê armanc ew e ku bersivê bide hewcedariyên rêxistinên mafên mirovan ên herêmî li 30 welatên cîhanê.
“Em hewl didin wekheviya zayendî û bihêzkirina şiyananê jinan pêk bînin”
Sefîra Kanadayê ya Rabatê Neil Stewart piştgiriya xurt a welatê xwe ji bo xebatên pêşxistina mafên jinan û pêşxistina statuya wan nîşan da û diyar kir ku dîmenên tundiya li dijî jinan li cihên taybet û giştî, li deverên gundewar li derveyî wê xuya dike û di dema pandemiya koronayê de ev nexweşî girantir bûye.
Wê teqez kir ku welatê wê bi tam piştrast e wekheviya zayendî û bihêzkirina şiyanên jin û keçan baştirîn rê ye ji bo avakirina cîhana aştiyane, geştir û berfirehtir.
Bernameya "Deng û Pêşengiya Jinê" li gorî Oxfam a Mexribê, ji bilî pêşxistina wekheviya zayendî, armanc dike ku jin û keçan di warê mafên mirovan de bi hêz bike. Ev jî bi xurtkirina kapasîteyên rêveberiyê yên rêxistinên berevaniya mafên mirovan û pêşxistina berevaniya wan e. Li gel pêşxistina bandorkeriya platform û tifaqa di warê pêşvebirin û berevanîkirina mafên jinan di daxwaznameyên wan ên li pêşberî saziyên giştî de pêk tê.
Ji bo projeyê 10 rêxistin hatin hilbijartin
Sekerterê  Giştî yê Encûmena Niştimanî ya Mafên Mirovan Mounir Ben Salih diyar kir ku ev proje pabendbûna her sê aliyên beşdar di xebata ji bo pêşvebirina rewşa jinan bi riya pêngavên berbiçav ên bi armanca bilindkirina şiyanên wan diyar dike. Wî da zanîn ku ev civîn di çarçoveya têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan de pêk tê.
Ji bo cîbicîkirina projeyê, 10 rêxistin hatin hilbijartin ku ji fona piştevaniya çend salan sûd bigirin ku di di navbera 24 heya 30 mehan de didome. Armanc ew e ku piştgiriya aborî û teknîkî ji bo xebatên rêxistinên mafên jinan û bernameyên wan ên çalakiyên li Mexribê peyda bike. Rêxistinên hilbijartî dê di formulekirina planên xwe yên ji bo bihêzkirina navxweyî di asta hukûmeta rêxistinî, rêveberî û şarezayên teknîkî de, ji bo domdariyê werin berhevkirin.