Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ‘Projeya Deklarasyonê’

Ji Parlamentera Arjantînê şêwirmenda Vanini Biasi parlamentera Partiya Karker a Eniya Çep Juliana Cabrera ragihand ku ji bo Abdullah Ocalan û zêdeyî 10 hezar giryiyên siyasî yên Kurd werin berdan 'Projeya Deklarasyonê' dane destpê kirin.

Navenda Nûçeyan – Ji Parlamentera Arjantînê şêwirmenda Vanini Biasi parlamentera Partiya Karker a Eniya Çep Juliana Cabrera ragihand ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zêdeyî 10 hezar giryiyên siyasî yên Kurd werin berdan 'Projeya Deklarasyonê' dane destpê kirin. Proje ne tenê ji bo girtiyên siyasî, ji bo rawestandina êrişên Tirkiye yên li dijî gelê Kurd ku qadên azadiyê û nirxên demokratîk di parêzin jî bang hate kirin. 

Peyama Juliana Cabrera ya ‘Projeya Deklarasyonê' wiha ye:

“Abdullah Ocalan 15'ê Sibata 1999'an hate girtin û ji hingî ve li girtîgeha li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ê tecrîdê de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn. Ev rewşa cidî ku bi dehan sal in dewam dike, ji sala 2019'an û vir ve bi qutkirina têkiliya bi malbat û parêzeran re hîn girantir bûye.

 Tirkiye ku zêdeyî 20 sal in ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve tê birêvebirin, bi rejîmeke otorîter a xurt tê karakterîzekirin. Li ser îşkence, kuştinê raporên bi fikar û guman tên. Rêxistinên mafên mirovan texmîn dikin ku li vî welatî zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî hene. Dewleta Tirk li ser Kurdistana Sûriyeyê (Rojava) û gelên li Kurdistana Iraqê dorpêçeke rojane dimeşîne. Lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tecrîdkirî ye û dûrî ji ewlehiya demokratîk tê ragirtin.

Ji sala derbasbûyî û vir ve ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi pêşengiya rêxistinên siyasî, sendîka û mafên mirovan ji bo afirandina bandoreke xurt a navneteweyî kampanya îmzeyan tê meşandin. Ji çar aliyên cîhanê 69 xwediyên xelata Nobelê tevlî kampanyayê bûn.

Ev îmze wê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropayê bêne kirin. Di heman demê de ji bo bala civaka navneteweyî bikişîne ser parastina mafên demokratîk ên bingehîn gelek civînên çapemeniyê û meş hati lidarxistin. Ji ber vê eykê jî ji bo xurtkirina vê daxwaza mafên dmeokratîk em bang li parlamenteran hemûyan dikin ku piştgiriyê bidin vê belavokê.”