‘Ji bo Abdullah Ocalan rola xwe bilîze divê şert û merc were amadekirin’
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan, paradîgmaya Abdullah Ocalan e û got: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê şert û merc bên amadekirin.”
Amed- Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin, gihiştin Edeneyê.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kişiçgun Uçar din av de meşvan li Xaçerêya Karasuyê ya Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê hatin gel hev. Meşvan, sedan kes bi dirûşman hatin pêşwazîkirin.
Gelê ku li ber pankarta ‘Meşa Çareseriay Demokratîk’ kom bûn, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî bexwedana gelê me” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Meşvanan li vir daxuyaniya çapemeniyê dan.
‘Heta tecrîd bi dawî nebe, çareserî çênabe’
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hiqûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD FED), Kerem Canpolat ewilî axivî û wiha got: “Li welatê me û Rojhilata Navîn şer di dome. Em şer naxwazin. Em dixwazin ku çareseriyek çêbibe. Salek û nîv e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan çalakî tên li darixstin. Heta tecrîd bi dawî nebe, çareserî çênabe. Dewletê di salên 2013-2015’an de Abdullah Ocalan wek muxatabeke fermî pê re dan û standinê dikir. Aramî û xweşî li welatê me çêbûbû. Em naxwazin îradeya gelan were binpêkirin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.”
‘Divê şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan bi lez werin pêkanîn’
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Emîn Ay jî bal kişand ser armanca meşê û ev tişt anî ziman: “Navê meşa me çareseriya demokratîk û azadiyê ye. Ev meşa me ji bo hemû neteweyan, baweriyan û çandan e. Ji bo hemû bindestan em dibêjin azadî. Rêberê vî gelî navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Rakirina tecrîdê tenê ne bes e. Divê birêz Ocalan azad bibe. Ji bo ku Tirkiye ji van krîzan xelas bibe, divê demildest bi awayek fizîkî birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Divê şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan bi lez werin pêkanîn. Divê parlamento bi nûnertiya xwe rabe. Divê demildest vê rewşa heyî û zilma tê kirin ji holê rakin.”
‘Ev meş hêvî digre nava xwe’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî axivî û got: “Em ji bo çareseriya demokratîk û ji bo azadiya Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wek nexşerêyekê ye û gelek girîng in. Ji aliyekî ve yên banga aştiyê dikin ji aliyekî ve jî meşa me asteng dikin. Ev yek û dîmenê li vir nêzikatiya wan nîşan dide. Em dibêjin ev pêşîlêgirtin rê li ber çareseriyê digire.”
Sumeyye Boz destnîşan kir ku çareserî û azadî tenê ne ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hewcedariyeke û axaftina xwe wiha qedand: “Wan jî navnîşan nîşan da û em jî carek din bang li hemû aliyên Tirkiyeyê dikin ku tenê navnîşanek heye ew jî paradîgmaya birêz Ocalan e. Divê bawerî bi hêza teorîk û pratîk a birêz Ocalan bê anîn û demildest azadiya wî pêk were. Heta em bigihîjin armanca xwe û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û çareserî pêk were, wê têkoşîn û berxwedana me bidome.”
Meşvan piştî hevdîtina li Edeneyê, derbasî Mêrsînê bûn û wê li vir jî daxuyanî bê dayîn û bi nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtin bê kirin.