Ji bo Çarşema Serê Nîsanê li şehîdgehê find hatin vêxistin
Bi hatina biharê re civaka Êzidî yek ji cejnên xwe yên herî qedîm Çarşema Serê Nîsanê pîroz dike. Duh di demjimêrên êvarê de malbatên şehîdan berê xwe dan goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û find vêxistin.
ŞÎLAN ŞENGAL
Şengal - Bi hatina biharê re civaka Êzidî yek ji cejnên xwe yên herî mezin Çarşema Serê Salê pîroz dike. Di baweriya Êzidayetiyê de meha Nîsanê weke bûka salê tê pênasekirin ev meh li gel civaka Êzidî pir pîroz e ji ber di vê baweriya kevnar de tê gotin ku di vê mehê de cîhan kemiliye ji bo wê jî hêkan bi şeklê cîhanê reng bi reng weke zemîna xakê boyax dikin. Di vê cejna ku her kes weke gulan geş dibe de wekî her sal civaka Êzidî piştî amadekariyên xwe yên cejnê dike berê xwe dide Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, bi hev re li ser gorên tevahî şehîdan çira tên pêxistin.
‘Bi saya şehîdan em cejnên xwe pîroz dikin’
Bi beşdarbûna malbatên pakrewanên Êzidxanê û malbata şehîd Beşîr ku ji derveyî welat ji bo vê cejnê hatibûn Şengalê, li ser gorên şehîdan çira hatin vêxistin û cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahî şehîdan hat pîrozkirin. Li ser navê malbatê Sabriye Dutar axivî, cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahî Şehîdên Êzidxanê û li malbatên wan pîroz kir, diyar kir ku ew ji Ewropayê ji bo pîrozkirina vê cejnê hatine Êzidxanê û wiha domand: “Îro ger em cejnên xwe di nava aramiyê de pîroz dikin bi saya van şehîdan e hê jî li ser me Êzidiyan êrîş hene tev ji bo ku em dev ji baweriya xwe berdin lê weke civaka Êzidî weke dayik û malbatên şehîdan em ê tu carî dev ji vê baweriya qedîm û pîroz bernedin.”
‘Li hemberî fermanan baweriya xwe biparêzin’
Sabriye Dutar di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser rewşa gelê Efrînê û kiryarên li hemberî Êzidiyên li Efrîna dagirkirî wiha şîrove kir: “Roja îro li Efrînê wekî di fermanê de anîn serê civaka me ji wê xirabtir li Efrînê 5 sal in rojane heman kiryarên qirêj didomin. Bi taybetî li ser jinan êrîş û hovîtî hene û Êzidiyên ku li Efrînê mane, direvînin bi darê zorê dixwazin baweriya wan biguherînin, wan dikujin dikin koleyên xwe çi bixwazin bi wan dikin. Heya ku li ser Êzidiyek tenê jî zext hebe tê wateya ku li ser me tevan heye. Ji bo wê divê li Şengalê em bi çar destan bawerî çand û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê biçûk û mezinên me li ber xwe bidin me çawa ferman derbas kir em ê bi tekoşînê van êrîşan jî têk bibin. Divê gel xwe bihêz bike, bibe yek û ji bo xwe bixebite encax em wiha dikarin bi ser bikevin.”
Herî dawî jî Sabriye Dutar bi van gotinan ji bo sala nu daxwazên xwe anî ziman: “Em hêvî dikin ku di cejneke din de tevahî Êzidiyên li Ewropayê jî vegerin ser axa û em bi civaka xwe re vê cejnê pîroz bikin.”
Piştî vêxistina findan tevahî kesên amade daxwazên xwe kirin û gotin, “Bila ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û sala serkeftinê.”
Îro jî li gelek deverên Şengalê dê Cejna Çarşema Serê Nîsanê bi coşeke mezin bê pîrozkirin.