‘Divê rêxistinên femînîst li dijî cihêkariyê amûrên bi bandor pêş bixin’

Aktivista femînîst Nafîsa El-Sabbagh da zanîn ku ew li Misirê ji bo jinan zagonên hin baştir dixwazin û ji bo vê dixebitin û diyar kir ku divê li dijî cihêkariyê amûrên bi bandor bên pêşxistin.

ASMAA FATHI

Qahîre Li Qahîreyê pirsgirêkên li dijî pêkanîna vesaziyên qanûnî yên piştî têkoşîna jinan a hatin kirin berdewam dikin. Rêxistinên jinan ji bilî agahdarkirina jinan a li ser mafên wan ên qanûnî, li ser rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê xebatên hişyariyê dimeşînin. Aktivista femînîst û pispora zayenda civakî Nafîsa Al-Sabbagh, xebatên rêxistinên jinan ên li Qahîreyê ya ji bo jinan vegot.

Nafîsa Al-Sabbagh diyar kir ku saziyên jinan piştgiriya derûnî û hiqûqî didin jinan û wiha got: “Ji bilî van girîngî da hêza aborî ya ku pêkhateya sereke ya serxwebûna jinan e jî xebatên xwe di nava salekê de bi dawî kir. Me armanc kir ku jinan bi awayekî biewle xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û dema wergirtina xizmeta tibî jîngehek ku wan diparêze jî peyda bikin. Me xebatên ku tundiya nava malê û sûcên ji tacizê çavkanî digre kêm dike pêkanî.”

'Jinan li dijî binpêkirinan dengê xwe bilind kirin'

Nafîsa Al-Sabbagh dest nîşan kir ku jin li dijî binpêkirinan dengê xwe bilind dikin û balkişand ku piraniya jinan li kolanan rastî êrîşan tên, lê qanûnan di sûcên li dijînan de ji kiryaran re cezayên bi bandor nadin. Nafîsa Al-Sabbagh wiha axivî: “Saziyên jinan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi hewildanên mezin xebat meşandin. Daxwaz kir ku hin qanûnên bên aktîv kirin. Xwest ger pêwîst bike qanûn ji nû ve bên vesazkirin. Sala borî hejmareke berçav ji rêxistinên jinan ji bo parastina jinan û afirandina paşerojeke aramtir ji bo jinan xebat kirin. Bi armanca parastina jinan derxistina cezayên bibandor xebat meşandin.”

'Divê rêxistinên femînîst amûrên xwe pêşbixin’

Nafîsa Al-Sabbagh anî ziman ku rêxistinên jinan li dijî her cure tundiya li ser jinê têkoşîn dimeşînin û wiha got: “Em ji bo qebûlkirina Qanûna Rewşa Şexsî ya Nû dixebitin. Em ji bo jinan qanûnên hin baştir dixwazin. Divê her jin li dijî pergala baviksalarî zincîra koletiyê bişkêne. Li Misirê û li seranserê cîhanê cudakariya li dijî jinan berdewam dike. Rêxistinên femînîst ji bo bandorek mezin li cîhanê bikin divê amûrên xwe pêş bixin. Pêvajoyek dirêj û tecrûbeya saziyên jinan çêbû.”

'Xizanî herî zêde bandor li jinan dike'

Nafîsa Al-Sabbagh got ku ji ber sedemên aborî beşa xizan bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û ev rewş herî zêde bandorê li jinan dike. Nafîsa Al-Sabbagh bal kişand ser destdirêjî û tacîzên zayendî yên ku jin li cihên xwe yên kar rastî tên û destnîşan kir ku divê xebatên li ser parastina jinan domdar bin. Nafîsa Al-Sabbagh wiha axivî: “Di demên dawî de bi derdorên fermî û li meclîsê li dijî tundiya nav malê xebat tên meşandin. Saziyên jinan û bi gelemperî rêxistinên sivîl divê rayedaran neçar bikin ku guhertineke qanûnî ya baştir ku hewcedariyên jinan pêk bîne pêk bînin."

'Hevkariya di navbera saziyan de hewce ye’

Nafîsa Al-Sabbagh diyar kir ku divê hin sazî di mijara tevn avakirin, meşandina xebatên darayî û pêşxistina plansaziya stratejîk de rojevek avabikin û wiha got: “Divê saziyan amûrên xwe pêşbixin û xwedî jêhatîbûnek rêveberiyê hîn baştir bibin. Divê pêdiviyên jinan bên bicihanîn û jin bên piştgirî kirin. Di navbera sazî û dezgehên cihêreng de tevn bê avakirin û hevkariyek temamker hewce ye. Divê ji bo berjewendiyên kesên alîkariyê dixwazin xizmet bê kirin.”