Ji ber tundiya li Sahel a Efrîqa bi milyonan kes koç dikin
Dîrektorê Herêma Efrîqaya Navend û Rojava ya Komseriya Bilind a Netewên Yekbûyî NY’yê Abdurrauf Gnon-Konde diyar kir ku hejmara kesên ji Burkina Faso, Malî, Nîjerya û welatên cîran koç kirine, gihîştiye 4 milyonan.

Navenda Nûçeyan – Herêma Sahel a Efrîqa, bi krîzek koçê ku heta niha mînakek wek wê nehatî dîtin re rûbirû ye. Nêzî 4 milyon kes, ji ber bûyerên tundiyê yên zêde dibin û kêmaniya ewlehiyê neçar mane koç bikin. Civaka navnetewî banga mudaxeleya lezgîn û desteka mirovî kir. Sedemên ku gelê Sahel ber bi koçê ve dibe, pir alîne. Tundiya bi çek a zêde dibe, rewşa ewlehiyê ku xirab dibe, bandorên guherîna avhewayê çend ji van sedeman in. Bi milyonan mirov ji bo lêgerîna ewlehî û şertên normal ên jiyanê koç dikin.
Netewên Yekbûyî di 10’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û ragihand ku li herêma Sahel a Efrîqa pêlek girseyî ya koçê tê jiyîn. Komseriya Bilind a Koçberan a NY (UNHCR), diyar kir ku welatên bandor dibin, bi tena serê xwe nikarin ji heqê vê krîzê derkevin û da zanîn ku divê civaka navnetewî zêdetir destek bide.
Dîrektorê Herêma Efrîqaya Navend û Rojava ya Komseriya Bilind a Netewên Yekbûyî NY’yê Abdurrauf Gnon-Konde diyar kir ku hejmara kesên ji Burkina Faso, Malî, Nîjerya û welatên cîran koç kirine, gihîştiye 4 milyonan. Ev hejmar li gorî 5 salên berê nêzî ji sedî 66 zêde bûye. Li gorî rayedaran ev zêdebûn, çavkaniya xwe ji kûrbûna pirsgirêkên ewlehiyê, kêmbûna xwegihandina çavkaniyên debarê, xizmetên bingehîn û zêdebûna bandorên guherîna avhewayê digre.
Koç zêde dibe
Di heman demê de ji sedî 75’ê kesên koçber bûne, hê di nava welatên xwe de ne. Lê belê koça ber bi derbaskirina sînoran ve bi lez zêde bûye, ev rewş jî zexta xwediyên malê xizan li ser civakan zêde kiriye. Hate îfadekirin ku ji sedî 80’ê kesan bi zorê koç kirine, di heman demê de îsal di navbera nifûsa ji cihên xwe bûne û hejmara ji bûyerên tundiyê bandor bûne zêdebûnek cidî heye.
Dîrektorê herêmê, da zanîn ku ji ber valehiya ewlehiyê ya li Sahel, gel rastî tundiyê, bi zorê girtina çekê, qedexekirina azadiya tevegerê û binçavkirinên kêfî tên. Dîrektor anî ziman ku ev hem êşên kesên koçber bûne zêde dike, hem jî gefê li aramiya civaka xwecihî dixwe.
Burkina Faso, Malî û Nîjer ev zêdeyî 10 salan e bi êrîşên El Qaîde û DAIŞ’ê diheje. Ev krîza ewlehiyê ya heye, rewşa mirovî giran kiriye, rêjeya koçê zêde kiriye û aramiya civaka xwecihî xistiye xeterê.
15 hezar dibistan û zêdeyî 900 tesîsên tenduristiyê hatine girtin
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch) a di nav de gelek saziyên mafên mirovan heye, Burkina Faso û komên bi çek ên li Malî, yekîneyên leşkerî û mutefîkên xwecihî, bi binpêkirinên mafên mirovan sûcdar kir. Dîrektorê Herêmê, destnîşan kir piştî ku ji ber xirabûna ewlehiya xwarinê, zêdetir mirovan koça bi darê zorê kirine, guherîna avhewayê jî rekabeta li ser çavkaniyên sînorî yê wek avê, di nava civakên xwecihî de rakêşiyê gur dike.
Di heman demê de hat ragihandin ku li Burkina Faso, Malî û Nîjer zêdeyî 212 hezar koçber qeyda wan a fermî nîne, ev rewş xwegihandina wan a xizmetên bingehîn asteng dike û xeteriya binçavkirinên kêfî zêde kiriye. Dema werin nîvê salê, 15 hezar dibistan û zêdeyî 900 tesîsên tenduristiyê li herêmê ji ber krîzên mirovî hatine girtin.
Rayedarê NY’ê, ji bo derbaskirina krîza li herêma Sahel a Efrîqa zêde bûye, banga lixwegirtina navnetewî ya nûbûyî û bihêzbûyî kir û got: “Welatên herêmê bi tena serê xwe nikarin li hember van zoriyan têbikoşin.”