Ji ber teqemeniyan li Xezayê jin û zarok di bin metirsiyê de ne

Perwerdekar û derûnînas Alaa Şelîh hişyarî da ku bi dehan jinên li navendên stargehê ji ber teqemeniyên li herêmên cuda di xeterê de ne.

REFÎF ESLEEM

Xeza - Ji destpêka şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê ve heta niha ji bilî operasyonên bejahî bi tonan teqemenî hatine bikaranîn û di encamê de gelek jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Perwerdekar û derûnînas Alaa Şelîh got: “Ji ber teqemeniyên li gelek deveran belav bûne, gelek metirsî li ser zarok û jinan hene. Ji ber vê yekê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ling û destên wan jêbûne. Li gorî lêkolînên tibî yên vê dawiyê, hatiye diyarkirin ku ev teqemenî dikarin zirareke bidin bedena mirovan ku tê wê astê beden nayê naskirin, weke bibin sedema nexweşiyên sistbûna sing, penceşêr û kurtajê.”

‘Heta teqemeniyên wek pêlîstokên zarokan jî hene’

Alaa Şelîh qala cureyên teqemeniyan kir û got: “Hinek teqemenî kesk in, rengê dar û giya ne. Hinek jî li herêmê bi awayekî berfireh tên bikaranîn, teqemenî hene bi rengê pêlîstokên zarokan in, dibe ku topek yan jî berbiskeke poran be.” Her wiha got ku Îsraîlê ji bo qetilkirina sivîlan dest bi çêkirina teqemeniyên wek qutiyên xwarinê kiriye, ji ber ku hewcedariya bingehîn a gelê Xezayê yê ku bi birçîbûna giran re rû bi rû ne xwarin e.

‘Me gelek jinên li navendên stargehan hişyar kirin’

Alaa Şelîh wiha berdewam kir: “Jinan zarokên xwe ji ber madeyên teqemeniyan hişyar kirin. Bi hevkariya navenda ‘Bi Hev Re’ ez dikaribûm bi dehan jinên li navendên stargehan hişyar bikim. Divê lêkolînên di bin kavilên avahiyan de bên rawestandin ji ber ku metirsî li ser jiyana mirovan heye, bi taybetî li her derê teqemenî hene.” Ji bilî hişyarkirina gel, Alaa Şelîh perwerdeya alîkariya yekem a derûnî jî dide dayikên li Xezayê ku bi zehmetiyên pê re rû bi rû dimînin re bibin alîkar.

Yek ji beşdarên semîneran Xade Şeldan jî got: “Civînên hişyariyê bi taybetî ji bo zarokên keç û jinan girîng in ji ber ku ew gelek caran koç dikin û ji cihekî diçin cihekî din. Haya min ji gelek madeyên teqemeniyan heye û hewl didim derdora xwe jî hişyar bikim.”