Ji bo Aştî û Demokrasiyê banga yekîtiyê
Di komxebata ku ji aliyê DEM Partiyê û partiyên sosyalîst ve hat organîzekirin de, girîngiya civakîkirina pêvajoya aştiyê hate destnîşan kirin. Beşdaran, gotin ku ew ne tenê piştgirên tevgera Kurd in, kirdeya rasterast a têkoşînê ne.
Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkêrên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” li dar dixe. Komxebat, di roja 2’emîn de li Odeya Endezyarên Makîneyê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî tev li komxebatê bûn. Komxebatê bi axaftinên nûner û endamên partiyên siyasî dest pê kir.
‘Pêkhatina aştiyê bi hilweşandina tabuyan dest pê dike’
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel, anî ziman ku aktorê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Birêz Ocalan ji 1993’yan vir ve dixwazê şer bide rawestandin. 32 sal in dixwaze vî şerî rawestîne. Lê tevî vê yekê çima şer ew qas didome? Pêkhatina aştiyê bi hilweşandina tabuyan dest pê dike. Ji ber wê jî pêşengiya hilweşandina tabuyan jî birêz Ocalan dike. Şoreşgerbûn û rêbertiya şoreşgeriyê jî hilweşandina tabuyan e. Ew pêvajo jî hilweşandina tabuyan e.”
‘Ew pêvajo îmkanên mezin dide muxalefet û partiyên sosyalîst ên Tirkiyeyê’
Bi domdarî Tayîp Temel, biryara vekişîna ji Tirkiyeyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ew, ne dev ji berdena têkoşînekê ye. Nirxandinên bi vî awayî şaş in. Ew pêvajo îmkanên mezin dide muxalefet û partiyên sosyalîst ên Tirkiyeyê. Desthilat hertim dixwaze Tevgera Kurd tesfiye bike. Her tim dixwaze hêzên li dijî xwe tesfiye bike. Ew rastiyeke desthilatdariyê ye. Çima her tim ji bo CHP ji ser maseyê rabe û ji komîsyonê derbikeve operasyonan dike. Sedema wê jî ew e ku ew pêvajo civakî nebe. Ji ber ku dema ew pêvajo civakî bibe, dê AKP lawaz bibe. Ji ber wê jî dixwaze CHP ji ser maseyê rabe û bibêjin CHP’ê pêvajo xira kir. Armanca operasyonên li dijî CHP’ê jî ew e.”
‘Divê em behtir bi hev re bin’
Di berdewamê de Temel anî ziman ku Tevgera Kurd û rêbertiya wê jî dixwaze zemîna şer bi dawî bibe û hebûna xwe û rêxistinbûyina xwe bi awayekî azad pêk bîne. Temel, wiha domand: “Dema ew pêk bê, dê demokratîkbûyin mezin bibe. Dê desthilat lewaz bibe. Xwedî derketina vê pêvajoyê, têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye. Divê em behtir bi hev re bin.”
‘Pêdiviya me bi yekitiyê heye’
Li ser navê TOP’ê jî Julîana Gozen axivî û bi lêvkir ku pêdivî bi rê û rêbazên têkoşîneke nû heye û got: “Em di qrîzeke de ne. Antonio Gramsci dibêje, ‘Yên berê nikarin berdewam bikin lê ya nû jî nikare pêk bê’ divê em jî xwe ji nû ve ava bikin. Pêdiviya me bi yekitiyê heye. Bi têkoşîneke bi hev re heye.”
‘Em li gel gelê Kurd in’
Li ser navê Partiya Şoreşger jî Elîf Torun Oner axivî û anî ziman ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û got: “Bi banga birêz Ocalan pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Em li tenişta gelê Kurd in. Vê yekê dubare diyar dikin. Pêvajo bi tevlibûna çîna karkêran, jin, LGBT+ û hemû beşên civakê dikare bigehejê encamê. Peywîra me ew e ku em faşîzmê têk bibin.”