Ji ber şewata li Silêmaniyê hezar û 500 donim erd zirarê dît
Hat ragihandin ku şewata li gundên Qela Çoxe, Esker, Dalewe û Heyderbeg ên navçeya Çemçemala Silêmaniyê derketibû, hat kontrolkirin.
Navenda Nûçeyan- Li gundên Qela Çoxe, Esker, Dalewe û Heyderbeg ên navçeya Çemçemala Silêmaniyê şewat derket. Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Polîsên Daristan û Hawirdorê ya Silêmaniyê; Sedema şewatê hê jî nehatiye tesbîtkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hezar û 500 donim zeviyên çandinî û daristanî zirarê dîtine û piştî demeke dirêj şewat hatiye kontrolkirin.