Ji ber pevçûnên li Sûdanê pêla koçberiyê mezin bide
Li parêzgeha Kordufana Bakur a Sûdanê, ji ber zêdebûna pevçûn û xirabûna rewşa ewlehiyê bi deh hezaran malbat neçar man malên xwe biterikînin û berê xwe bidin herêmên ewletir.
Navenda Nûçeyan – Sûdanê, ji ber tundbûna pevçûn û xirabûna şert û mercên ewlehî û mirovî, dibe şahidê pêlên koçberiyê ya li gelek parêzgehan zêde dibe. Bi hezaran malbat neçar man malên xwe biterikînin û berê xwe bidin herêmên ewletir.
Li Sûdanê, geşedanek mirovî ya nû ku nîşan dide qada pevçûnê berfirehtir bûye, hate jiyîn. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), di rapora xwe de ragihand ku li deverên cûrbecûr ên li derdora El-Ubeyyid a paytexta parêzgeha Kordufana Bakur, pêlek mezin a koçberiyê tê jiyîn. Li gorî texmînan, ji ber operasyonên leşkerî yên di rojên dawî de zêde dibe, bi deh hezaran kes neçar man malên xwe biterikînin.
Li gorî rapora rêxistinê, hejmara giştî ya kesên ji cih û warên xwe bûn gihişt 39 hezar û 725 kes û ev kesan belavî cihên niştecihbûnê yên cûrbecûr ên li parêzgeha Kordufana Bakur bûn. Koçberiya herî mezin bi 27 hezat û 575 kesan re li hikûmeta herêmî ya Um Dam Haj Ahmed hat tomar kirin. Piştî vê yekê Baraya 7 hezar û 565 kes lê koçber bûn û piştre jî Şeykana 2 hezar û 250 kes lê koçber bûn, dişopîne. Her wiha, ji Um Rawaba 910 kes, Baraya Rojava 735 û ji hikûmeteke din a herêmî 690 kes koçber bûn.
Qeyrana mirovî kûrtir dibe
Rêxistinê, diyar kir piraniya kesên koçber bûne ber bi deverên cuda yên di nava hikûmeta herêmî ya Şeyqan li Bakurê Kordufanê û ber bi hikûmeta herêmî ya Devaym li Dewleta Nîla Spî ve çûne. Komên din jî berê xwe dane parêzgehên Nîla Spî, Xartûm û Cezîrê. Raporên destpêkê, nîşan didin ku hnek kesên koçber bûne gihîştine hinek cihên niştecihbûnê ya li parêzgeha bakur û ev yek nîşan dide ku qeyrana mirovî berfireh dibe û rêyên koçberiyê cûrbecûr bûne.
Matrîksa Çavdêriya Koçberiyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IDM), ragihand ku ji destpêka pevçûnan a Nîsana 2023’an û vir ve, li Bakurê Kordufanê bi giştî 65 bûyerên koçberbûnê hatine tomar kirin. Daneyan, nîşan didin di hawîrdorekî ku operasyonên leşkerî bidomîn û şert û mercên ewlehiyê xira dibin de zexta li ser civakên herêmî zêde dibe.
Bêaramî zêde dibe
Ev pêla nû ya koçberiyê, piştî geşedanên dawî yên li qadê hat. Piştî pevçûnên tund ên bi artêşa Sûdanê re, ji nû ve desterkirina Hêzên Piştgiriya Lezgîn a bajarê Bara ya li Bakurê Kordufanê, bêaramiyê hêj zêdetir bû. Ev yek bû sedema koçberbûna bi hezaran kesan ji Bakurê Kordufanê û deverên derdorê û qeyrana mirovî ya ji destpêka pevçûnê ve li welatt belavbûye, hêj zêdetir mezintir kir.