Ji ber îzolasyonê çavên Zeyneb Celaliyan baş nabînin
Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan 15 sal in ji hemû mafên xwe yên rewa li girtîgeha rejîma Îranê bêpar maye û hat zanîn ku bi rîska windabûna ronahiya çav re rû bi rû ye.

Navenda Nûçeyan- Çalakvan Zeyneb Celaliyan 15 sal in ji hemû mafên xwe bêpar girtiye û li gorî agahiyan çavên wê li ber korbûnê ne.
Zeyneb Celaliyan bi salan e bi îşkenceya derûnî û fizîkî, bi surgun û îşkenceya spî re rû bi rû dimîne û mafê wê yê parastinê jê hatiye girtin. Ji ber şert û mercên ku tê de ye nikare derman bibe. Herî dawî jî li gorî agahiyên ku hatine girtin Zeyneb Celaliyan ji ber îşkenceya spî û îzolasyonê bi rîska korbûnê re rû bi rû ye.
Çendek beriya niha Zeyneb Celaliyan bi nexweşiya Koronayê ketibû lê nehatibû dermankirin. Zeyneb Celaliyan ku bi cezayê muhebetê tê girtin, di nava 15 salên jiyana xwe de surgunî gelek girtîgehan hat kirin.