Ji ber hîcaba ferzkirî ji bo îfadeyê bang li hunermendan kirin

4 jê jin in 5 hunermendên sînemayê bi hinceta piştgirî dane serhildanê û qedexeya hicaba ferzkirî binpê kirine Dozgeriya Tahranê ji bo îfadeyê gazî wan kir.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq” ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, di meha xwe ya 8’enîn de berdewam dike.

Hikûmeta Îranê jî ji îşkenceyê heta qetilkirinê, ji binçavkirinê heta girtinê û heta jehrîkirina xwendekaran gelek rêbazan diceribîne. Herî dawî jî Dozgeriya Tahranê 5 hunermendên sînemayê bi hinceta ku pişgirî dane serhildanan û hicaba ferzkirî binpê kirine ji bo îfadedayînê gazî wan kir.

Gef li hunermendan hat xwarin

Hunermendên jin Katayoun Riahî, Pantea Bahram, Afsana Baygan, Fatemeh Motemed Arya û lîstikvana sînemayê Riza Kianyan ku ji aliyê dozgeriyê ve ji bo îfadeyê hatin gazîkirin her wiha rastî gef xwarinê jî hatin.

Hunermendên sînemayê ji rojên ewil ve bi awayekî aktîf beşdarî serhildanan bûne û bi parvekirina wêneyên xwe yên bê hicab, li ser platformên medyaya dîjîtal bangawazî kiribûn. Li hejmarek zêde hunermendan doz hatin vekirin û hatin girtin.