Ji Bendava Tişrînê pêyama jinan: Em ji bo parastina av û axa xwe li vir in

Jinên ji duho ve li ser Bendava Tişrînê nobetê digrin êrişên dewleta Tirk ên li dijî konvoya diçû Bendava Tişrinê şermezar kirin û gotin: “Bendav bendava me ye, ax û av jî ya me ye em ê parastina wê bikin.”

Tişrîn – Bendava Tişrînê duyemîn bendava mezin a li Sûriyeyê ye ku av û kerabe digihîne bi milyonan kesan. Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî ku mehek zêdetir e li ser Bendava Tişrînê didome, metirsiyek mezin ava bûye. Di 8’Çileyê de gelê herama Firatê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê û parastina Bendava Tişrînê bi konvoyek mezin berê xwe dan Bendava Tişrînê. Dema gel nêzî bendavê bû dewleta Tirk bi balafirên bê mirov êrişê konvoyagel kir û di encama vê êrişê de 3 welatî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de Rêvebera Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Ehmed Şehabî El Hemed jî heye.

 Tevî hemû êrişa dewleta Tirk a li ser konvoyê jî gel bi biryardarî xwe gihand Bendavê û bi coşek mezin ji şev heya van kêliyan jî nobeta xwe didomîne.

Jinên li Bendava Tişrînê parastina av û axa xwe dikin ji ajansa me re axivîn.

‘Dewleta Tirk şerekî bê exlaq dimeşîne’

 Yek ji jinên tevlî mertalên zîndî bûye Sara Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa armanca xwe ya hatine bendavê anî ser ziman û her wiha qala kêliyên êrişên dewleta Tirk ên li dijî konvoyê ku şahîdê jê re kir. Sara Xelîl got: “Weke hû jî dizanin em duho bi konvoyek mezin derbasî Bendava Tişrînê bûn. Ev demek dirêj e li vir şereke dirêj rû dide. Her roj zarokên me şehîd dikevin, ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê elektîrîk qut bûne û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav tarîtiyê dijî. Me xwest em wek mertalên zindî verin vir û aramiyek bidin çêkirin, lê dema em hatin êrişek giran li ser me çêbû. Me şehîd û birîndar dan. Şerê ku dewleta Tirk dimeşîne ne şerek exlaqî ye. Gelê ku ji bo aramî û aşîtiyê hatin qada şer rastî êrişan hatin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Em van êrişan şermezar dikin.”  

‘Metirsaya hilweşîna bendavê heye’

Sara Xelîl di dawî de wiha bang kir: “Banga me li hemû cîhanê ku divê piştgiriyê bidin hatina me ya vir. Ji ber em ji bo aşîtî û aramiyê hatine divê ew jî ji bo vê armancê dengê xwe bilind bikin.  Êrişên li ser bendavê pir giran e ev metirsî heye ku hilweşe. Ger hilweşandinek çêbibe dê gelek bajarên me bin av bibe. Ji ber vê yekê parastina bendavê ne tenê ji bo me tê xwestin, erka hemû cîhanê ye ku ev bendav were parastin. Mayîna me dê li vir berdewam bike. Em ê li vir bin. Em tu carî vir vala nahêlin. Da ku em aramiya heremê mîsoger bikin.”

‘Ger bendav hilweşe dê kerasetek mezin rû bide’

Xetîce Mihemed a tevlî mertalên zindî bûye got ku Bendava Tişrîn bi balafir, tang û topan tê topbarankirin ew jî ji bo gel metirsiyek mezin e û wiha pê de çû: “Ev mehek e li Bendava Tişrînê şereke pir dijwar diqewime, hem bi balafirên şer hem jî bi çekên din tê topbaran kirin. Ger bendav hilweşe dê kerasetek mezin rû bide. Ji ber vê yekê me berê xwe da vir ji bo parastina bendava xwe bikin. Em dixwazin van êrişan bisekinîn û dengê xwe bigihînin her deverê. Ji ber bendav hilweşe dê hertişt xera bibe. Em ê wek gel parastina sedê bikin û em nahêlin tu carî were hilweşandin. Dema me Sirîn derbas kir, balafirên dewleta Tirk gel kir hedef. Hinek hevalên me birîndar û şehîd bûn.  Dewleta Tirk bi vê êrişê xwest rê li me qut bike, me paş de vegerîne lê me van zehmetiyan derbas kir û em gihîştin bendavê. Raste hevalên me birîndar şehîd jî ketin bes em gihîştin armanca xwe. Em ê li vir bin parastina bendavê bikin û berxwedaniya xwe mezin bikin.”

‘Dewleta Tirk êrişî genim, kehrêbê, av û mirovan dike’

Emîna Şêxo jî diyar kir ku ew ji bo parastina Bendava Tiştînê hatine ji ber ku bi wan êrişan av û elektrîk li ser wan tê qutkirin û wiha helwesta xwe anî ser ziman: “Em ji bo av û kehrebê hatine ji ber ku Bendava Tişrînê ji ber êrişên dewleta Tirk dibin xeteriyê de ye. Mirovatî li cem dewleta Tirk nîne,  genim, kehrêbê, av û mirovan dike hedef. Duho dema me xwest em derbasî bendavê bibin bi balafirên xwe êrişê konvoya mertalên zindî kir. Ma sîvîl çi kirine, me tu daxwaza erdê Tirkiyê nekiriye. Çima tê bi balafiran sîvîlan dixe.”

‘Bendav a me ye, av a me ye, kerabe a me ye’

Emîna Şêxo di dawî de wiha peyam da: “Em ji bo bendavê hatine. Dewleta Tirk bendav kiriye hedef. Bendav bendava me ye, av ava me ye, elektrîk elektîrîka me ye. Em bê çek hatine bendavê ji bo ku parastina vê bikin. Bila ne dayikên wan bigri, ne daykên me bigrîn. Em di rêde rastî gelek zehmetiyan hatin. Dewleta Tirk bi balafiran êrişê me kir û hinel heval birîndar û şehîd ketin. Em bê çek hatine bendava xwe biparêzin, me li dijî dewleta Tirk çek nekariye em sîvîl in. dewleta Tirk elektîrk li ser me qut dike bi wan êrişan ji bo vê em ji bo bendavê hatine vir.”