Ji Bavê Jîna Emînî re hepsa malê hat dayîn

Dewleta Îranê ji bo pêşî li çalakiyên bîranînê yên di salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî bigire, pêşî bavê Jîna binçav kir û piştre jî hepsa malê da.

Navenda Nûçeyan- Bavê Jîna Emînî a ku li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqî' ve hatibû qetilkirin, Emced Emînî, îro danê sibê dema ji mala xwe ya li Seqizê derdiket hat binçavkirin. 

Daxuyaniya ewil ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê hat ku Emced Emînî dema hat binçavkirin çarenivîsa wî nehat zanîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo Emced Emînî hepsa malê hatiye dayîn. Her wiha gef li bavê Jîna xwarine ku wê merasîma bîranînê li dar nexe.

Polîsên Îranê yên ku dixwazin bîranînan asteng bikin, dorpêça li derdora mala Emced Emînî didomînin. Ji aliyê din ve hate gotin ku li gelek bajarên Kurdistanê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hatin bihîstin û hat zanîn ku xizmê Jîna Mahsa Emînî Azad Emînî jî li bajarê Seqizê hatiye binçavkirin.