Ji Ayla Akat Ata peyama ‘hevgirtin û cîhanek bê şer’
Ayla Akat Ata di peyama xwe ya 8’ê Adarê de bang li hemû jinan kir ku “Hevgirtin û Cîhaneke bê şer ava bikin.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230307-20230307-ayla-akat-atadan-dhaya-suclama-1514830667-jpgb34fd0-image-jpg8d6f6b-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Parlamentera berê ya Êlihê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek şand.
Di peyama Ayla Akat Ata ya ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê hat girtin de ev agahî cih girtin:
“Em hefteyek din a 8’ê Adarê ku wekhevî, azadî, bê şer û kedxwarî û hevgirtinê diqîrin, bi çalakiyên ku me li qadan, salonan, qadên erdhej û girtîgehan pêk anîne, temam dikin. Ji hemû xwişk û birayên xwe re silav û hezkirinên xwe dişînim. 8’ê Adarê pîroz be! Biji 8’ê Adarê! Jin, jiyan, azadî.”