Ji aktîvîstên Îranê peyama 8’ê Adarê: Têkoşîna me dê bidome

Jinên aktîvîst ên Îranê ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyanî dan, peyama domandina têkoşîna azadiyê dan û daxwazên xwe rêz kirin.

Navenda Nûçeyan – Duh komek jinên aktîvîst ên Îranê bi boneya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniya ku bal hat kişandina ser bilindbûna şoreşê ya bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de, wiha hat gotin: “Em ji bo vegerîn paşve şoreşek nekir. Em ê ji kesên mirinan pêktînin jiyanê digrin. Em ê heta ku em bigihîjin civakek serbixwe ku tê de cudahiya zayendî, çîn, nijad, netew, etnîsîte, ol, biyolojîk û cureyê nîne, têkoşîna xwe bidomînin.

'Divê darvekirin bên betalkirin, girtî bên berdan'

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku jinên Îranê ji berê heta niha li dijî feraseta baviksalarî berxwedan û têkoşîna xwe didomînin, piştî qetilkirina Jîna Emînî jinan di felsefeya "Jin, jiyan, azadî" de roleke girîng lîstin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser jehrîketina xwendekaran jî û hat destnîşankirin ku ev êrîşan ji bo paşvexistina têkoşîna jinan tên pêkanîn. jin bi dirûşima “Jin, jiyan, azadî” li dijî her cure tundî, komkujî û êrîşa li ser jinan li ber xwe didin de, daxwaza betalkirina darvekirinan û berdana girtiyan hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev daxwaz hatin rêz kirin:

“* Em daxwaza rakirina hemû cezayên darvekirinê û kuştinên qanûnî dikin.

* Divê hemû girtiyên siyasî bê şert û merc bên berdan.

* Em dixwazin hicabeya mecbûrî bê rakirin.

* Divê hemû qanûnên baviksalarî û cudakar ên li dijî jinan û meylên din zayendî bên rakirin.

* Divê kiryarên sûcên beriya 1957’an û piştî vê bên darizandin û cezakirin.

* Divê mafê diyarkirina çarenûs û jiyana gel ya azadiya fikir, derbirîn, raman, çapemenî, rêxistinbûyin, kombûn û her cure çalakiyên protestoyî bên misogerkirin.

* Divê ol û dewlet ji hev bên cudakirin.

* Divê kedxwariya kedê, koletî, cudakariya zayendî û xizanî ji holê bê rakirin.

* Divê keda jinê bê xuyakirin û jin û mêrên dixebitin mûçeyên wekhev bigrin.

* Divê li dijî metakirina xwezayê û polîtîkayên berjewendîperest ên sermayê bê sekinandin. Divê her curê kedxwarî kirina xwezayê bê redkirin.

* Divê ji bo hemû ferdan xizmeta tenduristiyê bêpere bê misoger kirin

* Divê perwerde bêpere be.

* Divê ji bo kal û pîr û astengdaran lênerîna guncaw û bêpere bê misoger kirin.”