Ji 89 zarokan peyama Cejna Zimanê Kurdî
Kovara Nûbiharê vîdeoya peyama 89 zarokan a bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî parve kir.
Amed - Kovara Nûbiharê vîdeoya peyama 89 zarokên Bakur û cîhanê ya têkildarî 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li ser medyaya civakî parve kir. Zarokan bi zaravayên Kurdî yên kurmancî, dimilkî, soranî, goranî peyam dan.
Zarokan bi rêya dîmen peyamên wiha dan:"Ez bi zimanê xwe heme, bi Kurdî bilîzin, zimanê min xweş e, xwendin bi Kurdî xweş e, zimanê me şîrin e, bila hebûna zimanê we pîroz be, em ji Kurdî gelekî hez dikin, zarok bila bi kurdî bixwînin, bê ziman jiyan nabe, mirov li ser koka xwe şîn dibin, ziman çand e, evîn e, bila roja zimanê Kurdî pîroz be, zimanê me rûmeta me ye, ziman a min e, îro 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye."
Kovara Nûbiharê bal kişand ser girîngiya axaftina zarokan a bi zimanê xwe û got siberoja ziman girêdayî zarokan e.