68 girtiyên jin name ji CPT re şandin
68 girtiyên jin, der barê mirinên li girtîgehên Tirkiyeyê de nameyek ji CPT’yê re şandin û di nameye de gotin, “Ji bo rawestandina van polîtîkayan erka xwe bikar bînin.”
Navenda Nûçeyan- 68 girtiyên jin ên di girtîgeha girtî ya jinan a Sîncanê de dimînin, di rojên borî de Abdullah Oranê ku 2 sale li girtîgehê dimîne û ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest da û derb arê girtiyên nexweş de nemeyek nivîsandin.
Di nameya şandin ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Avrupa (CPT) re diyarkirin piştî mirina Abdullah Oran ev saleke bi dehan girtî bi gotina ‘Nexweş in, xwe darvekirine, nexweşên derûnî ne’ li girtîgehên Tirkiyeyê hatine qetilkirin. Ev her ku diçe zêde dibe.
‘Mirin bi awayek sistematik zêde dibin’
Di nameye de wiha hate gotin: “Piştî erdheja ku pêk hatî û ji ber atmosfera niha ya hilbijartinê li girtîgehan îşkenceya sîstematîk zêde bûye lê nayê dîtin. Em wek 68 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Enqere ya girtî a jinan ya Sincanê ji bo girtiyên ku niha di hucreyê de hatine girtin bi fikar in. Berpirsê mirinên di girtîgehan de tê jiyankirin dewlet bi xwe ye ji ber ku tu tedbîran nagire. Her wiha li girtîgehan hejmara mirinan jî her ku diçe zêde dibe. Ev tişt nîşaneya domandina 'polîtîkaya darvekirinê ye'. Heke bêdengî bidome, rewşa hevalên me yên di hucreyê de hatine ragirtin bixe xetereyê.”
Bang li CPT hatkirin
Di nameye de bang li CPT kirin û wiha hate gotin: “Em bang li CPT'yê dikin. Em daxwaz dikin ku li hemberî mirinan bikevin nava tevgerê û mudaxale bikin. Di zûtirîn dem de mudaxeleyî kiryaran li girtîgehan bikin û rewşa hucreyên ku bi awayekî sîstematîk vedigerin cihên îşkenceyê bi raya giştî re parve bikin. Ji bo rawestandina van polîtîkayan erka xwe bikar bînin."