Ji 3 jinan yek rastî şîdetê tê
Li gorî rapora Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, li tevahî welatên cîhanê ji 3 jinan yek rastî şidetê tê. Bi giştî nêzî 736 miyon jin rastî şîdeta fizîkî û cinsî tên her wiha diyar bûye ku di dema şewba coronayê de ji ber ku mêr zêdetir dema xwe li malê diborînin, şîdeta li dijî jinan zêdetir bûye.
Navenda Nuçeyan- Li seranserî cîhanê her roja ku dîçe şîdeta li dijî jinan zêdetir dibe. Li gorî daneyên ku hatine diyarkirin piranî jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve rastî şîdeta fizîkî û cinsî tên. Xebata ku Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê û Neteweyên Yekbûyî li ser şîdeta li dijî jinan ji sala 2000’an heta 2018’an berfireh dane meşandin û daneyên ku hatine berhevkirin, bi raporekê eşkerekirin.
Li gorî daneyên di raporê de hatine belavkirin li tevahî cîhanê li 158 welatan jinên ji 15 salî jortir rastî şîdetê tên lî gorî vê, ji 3 jinan yek, nêzî 736 milyon jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve rastî şîdeta fîzîkî û cînsî tên.
Di pêvajoya koronayê de şîdeta li dijî jinan zêdetir bû
Di dema tedbîr û qedexeyên ji bo vîrusa koronayê de şîdeta li dijî jinan zêdetir bûye û vê yekê ziyanek mezin daye bi milyonan jinan. Ev rewş bi şewba koronayê re hin xirabtir bûye.
Li gorî raporê 641 milyon jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve rastî şîdetê tên ev cureyê şîdetê li hemû cîhanê heye. Di raporê de li herêmên Okyanusan Başûrê Asya û Sahraya Afrîkayê rêjeya şîdetê di navbera ji sedî 33 û 51’ê de tê guhertin, piraniya jinan temenê wan di navbera 15-49 salî de ne û ji aliyê mêrê nêzî xwe ve rastî şîdetê tên. Li gorî raporê li herêmên ku şîdeta lî dijî jînan kêm e jî rêje ji sedî 16 Ewropa, ji sedî 18 Asya Navîn, ji sedî 20 jî Rojhilatê Asyayê ye.