Ji 26’ê Cotmeha 2022’an vir ve tu agahî ji Negar Azimî tune ye!
Bi hezaran kesên ku di serhildanên ku di 16’ê Îlonê de bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li Îranê dest pê kir, hatin binçavkirin û girtin hene. Negar Ezîmî jî yek ji wan e ku di 26'ê Cotmeha 2022'an de hat binçavkirin û heya niha jî tu agahî jê nayê girtin.
Navenda Nûçeyan – Serhildanên di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên ‘exlaq’ ve hat îşkencekirin û qetilkirin dest pê kirin û bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li welat belav bûn, dewam dikin. Hikûmeta Îranê li hemberî serhildanan polîtîkayên xwe yên çewisandinê yên wekî binçavkirin, girtin, kuştin, îdamkirin û revandinê dimeşîne. Ji aliyê polîs û leşkerên hikûmeta Îranê ve heta niha zêdetir ji 15 hezar hemwelatî hatin girtin. Heta niha der barê kesên hatine girtin de agahiyên bi tenduristî nayên bi dest xistin, ji Negar Ezîmî ku di dîroka 26’ê Cotmeha 2022’an de hatibû girtin, tenê yek ji wan e.
Hat ragihandin ku ji wênesaz û grafîksaza li ser platformên medyaya dîjîtal Negar Ezîmî ya ku di 26’ê Cotmeha 2022’an de li Tahrana paytexta Îranê hatibû binçavkirin girtin, heta niha tu nûçeyek nayê girtin. Ji ber ku dayik û bavê Negar Ezîmî di salên borî de jiyana xwe ji dest dane û xizmên wê yên pileya yekem nînin, agahî ji saziyên fermî nayên girtin. Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe yên der barê mijarê de bi raya giştî re parve dikin, bi oarvekirinên di medyaya dîjîtal de tên kirin, banga hestiyariyê tê kirin.