Iraqê guhertina di qanûna statuya şexsî de erê kir
Iraqê qanûnên ku rexnegir dibêjin wê destûrê bide zewaca di temenê zarokatiyê de, qebûl kir.
Navenda Nûçeyan – Parlamenta Iraqê di qanûna statuya şexsî de guhertin kir, ku muxalîf dibêjin bi vê yekê re wê zarok bêne zewicandin.
Li gorî guhertinê di mijarên zewacê, cihêbûnê û mîrateyê de hîn bêhtir erkê dide dadgehên Îslamî. Aktîvîst dibêjin, ev yek wê Qanûna Statuya Şexsî ya sala 1959'an lawaz bike ku hiqûqa malbatê dike yek û ji bo jinan jî ewlehî ye.
Di qanûnên Iraqê de temenê zewacê herî kêm 18 ye. Bi guhertinên roja Sêşemê hatin qebûlkirin re wê li gorî şîroveyên hiqûqa Îslamî ya oldaran destûr bê dayin. Hin derdor vê yekê şîrove dikin ku keçên di temenê zarokatiyê de wê bêne zewicandin.
Bi giranî parlamenterên Şîa yên muxafazakar daxwaza guhertinê kirin. Derdora navborî îdîa dikin ku bi vê qanûnê re wê pîvanên Îslamî serwer be û bandora Rojava ya li ser çanda Iraqê bê kêmkirin.
Parlamentê her wiha qanûneke efûyê ya giştî jî erê kir ku tê gotin, dibe ku girtiyên Sûnî jê sûdê werbigirin.
Meclîsê her wiha pêşnûme qanûna li ser vegerandina mal û milkan ji bo xwediyê wan ku ji aliyê Kurdan ve hate pêşniyarkirin, erê kir.
Endama Yekîtiya Jinan a Iraqê û aktîvîsta mafên mirovan Întîsar el Mayalî li ser guhertina di qanûna statuya medenî de hate kirin got, "Wê zarokên keç di temenê zarokatiyê de bêne zewicandin, ji mafên wan ên jiyanê bêpar bêne hiştin, bandoreke giran li jin û zarokên keç bike, her wiha mekanîzmayên parastina mafên mîrate, welayet û cihêbûnê xera bibe."
Serokê Meclîsê Mahmûd el Meşehedanî bi daxuyaniyekê îdîa kir ku qebûlkirina qanûnê "Ji bo xurtkirina edaletê û sererastkirina jiyana rojane ya welatiyan gaveke girîng e."