Iraqê 154 malbatên ji Kampa Holê birin kampa Cedaa ya Iraqê

Di çarçoveya vegerandina malbatên Iraqê yên li kampa Holê dimînin, hikumeta Iraqê 154 malbatên ku hejmara wan 582 kes in ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandin kampa Cedaa ya Mûsilê.

Navenda Nûçeyan- Kampa Holê ku kampa herî metirsîdar a cîhanê ye, li Rojavayê bajarê Hesekê, li Rojavayê Kurdistanê ye. Malbatên DAIŞ’ê yên ji netewên cuda û gelek malbataên Iraqê lê dimînin û hejmara wan gihîştiye 15 hezar û 205 malbatan û nêzî 70 hezar kesên malbatên çeteyên DAIŞ tê de dimînin. Kamp ji aliye Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê ve tê parastin.

Hinek welatan hemwelatiyên xwe girtin ba xwe ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne. Yek ji wan welatan jî Iraq e 154 malbatên ku ji 585 kesan pêk tên ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine kampa Cedaa ya Mûsilê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyek de ragihand ku hikumeta Iraqê 154 malbatên ku hejmara wan 582 kes in ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandine kampa Cedaa ya Mûsilê.

Her wiha di daxuyaniyê de ji ber rol û parastina kampa holê spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê kir.