Iraq yek ji welatên herî bi xeter a ji bo jinan e
Li gorî lêkolîna Enstîtuya Georgetown a ji bo Lêkolînên Zanistî û Vekirî ve hatîkirin, Iraq di rêza welatên herî xerab ên ji bo jinan de ye û Efganistan 4 pileyan li pey Iraqê ye.

Navenda Nûçeyan- Li gora lêkolîna Enstîtuya Georgetown der barê welatên herî baş û herî xerab ên ji bo jinan hat kirin de, di encama lêkolîna Enstîtuyê de derket holê ku Iraq di rêza welatên herî xirab de di pileya 166. de ye. Her wiha di navbera Efganistan û Iraqê de tenê 4 pile heye.
Lêkolîna ku ji bo sala 2022’an kirin, li ser esasê derfetên kar ên wekhev, azadiya fikrî û raman, mafê çarenûsê û bi pêkanîna mafên jinan ên di qanûnê de hatiye pêkanîn.
Di encama lêkolînê de derket holê ku welatê Hindistanê yê herî xerab û metirsîdar e ji bo jinan. Li pey wê Efganistan, Sûriye, Yemen û Pakistan tên. Piştî van Iraq di rêza 166’an de cihê xwe digire.
Her wiha li gorî lêkolîna Enstîtuya Georgetown welatên herî baş jî ji bo jinan, welatên Îsland, Danîmarka, Norveç û Fînlandiya ne.