Intersîndîcal Solîdarîa ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyek da

Sendîkaya Intersîndîcal Solîdarîa ku niha li herêma xweser a Valenciayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de daxuyaniyek weşand.

Navenda Nûçeyan- Pêngava ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di asta navneteweyî hatibû destpêkirin, bi piştgiriya gelek aliyan ve berdewam dike.

Sendîkaya Intersîndîcal Solîdarîa ku niha li herêma xweser a Valenciayê bi awayekî aktîf xebatê dimeşîne, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de daxuyaniyek weşand.

‘Em tevlîbûna xwe ji pêngava re radigihînin’

Intersîndîcal Solîdarîa, diyar kir ku ew beşdarî pêngavê bûne û ev tişt gotin, “Em weke rêxistina piştgiriya navneteweyî ya Valensiya Intersîndîcal Solîdarîa, tevlîbûna xwe ji bo pêngava navneteweyî ya 'Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî' ku aktîvîst, hunermend, rewşenbîr, nûnerên hilbijartî, tevgerên civakî, sendîka, partiyên siyasî û bi mîlyonan Kurd li gelemperiya cîhanê tîne ba hev, radigihînin.”

Sendîkayê, destnîşan kir ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bi dawî nebûye û got ku ev sê sal û nîv in Ocalan ji aliyê desthilatdariya Tirk ve bi rengekî dijhiqûqî di nava tecrîdeke mutleq de tê ragirtin. Sendîkayê got, "Li aliyê din, armanca pêngava ku hatiye destpêkirin ew e ku pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi rêyên adil, demokratîk û diyalogê bê çareserkirin û Rêberê Kurdan ê ku li girtîgehê tê ragirtin tevlî vê pêvajoya çareseriyê bibe."

‘Em bi rêxistinên Kurd re di nava hevgirtinê de ne’

Intersîndîcal Solîdarîa, diyar kir ku ew piştgirî didin armancên pêngavê û anî ziman ku ew bi têkoşîna gel û rêxistinên Kurd re di nava hevgirtinê de ne.

Sendîkayê bang li saziyên navneteweyî kir û got, “Em weke Intersîndîcal Solîdarîa, piştgirî didin armancên pêngavê û diyar dikin ku em bi têkoşîna gel û rêxistinên Kurd re di nava hevgirtinê de ne. Em bang li saziyên Valencî, Spanya û Ewropayê dikin ku ji bo êrîşên Tirkiyê û dewletên herêmê ên li dijî Kurdistanê bê rawestandin, Ocalan azad bibe û pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî bê çareserkirin bikevin nava liv û tevgerê.”