Insyatîfa Keziyên Kesk a Jîngehî qutkirina ava Firatê şermezar kir

Insyatîfa Keziyên Kesk a jîngehî li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê qutkirina ava Firatê şermezar kir.

Qamişlo – Her dem dewleta tirk bi riya avê li ser kanton û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşê gel dike û her car avê li ser bajaran qut bike, ew demek zêdetire ku dewleta tirk  avê li ser Firatê qut dike û asta herkîna wê kêm dike. Girêdayî mijarê Insyatîfa Keziyên Kesk a Jîngehî bi riya daxuyaniyekê li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo, qutkirina ava Firatê şermezar kir. Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên insyatîfa Keziyên Kesk û mamosteyên zanîngehê pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Endamê Insyatîfa Keziyên Kesk Bengîn Sîda ve hate xwendin. 
Daxuyanî wiha bû:
Insiyatîfa Keziyên Kesk a Jîngehî diyar kirin ku dewleta tirk ne tenê çemê Firatê, di heman demê de çemê Dicle, Xabûr jî qut dike û wiha domandin: "Ji sala çûyî heta roja me ya îro, dewleta tirk dubare ava Firatê qut dike. îsal jî ev serê 4 mehin ava Firatê ya mîna damarê vê herêmêye qut dike û asta herkîna wê kêm dike. ev kiryar ne tenê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ziyan û bobelatek be, lê li ser hemû deverên ku ava Firatê tê de derbas dibe mîna Sûrî û Iraqê cihê metirsiyê ye. Bê goman, doza qutkirina ava çemê  Firatê ne ji îro ve ye û ne yekemîne ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin. Lê belê gelek çemên din ku li ser xaka Sûriyeyê diherike qut kiriye mîna çemê Xabûr, Sacur, Dicle û çemê Reş. piraniya wan mirov êdî nikare nav li wan bike çem ji ber bi temamî hatine qutkirin û hema mîna rûbarekî jî nemane. Em weke Insyatîfa Keziyên Kesk û bi navê damezrîner û xwebexşê wê, em van kiryaran şermezar dikin û bangawaziya sazî, rêxistin, çalakvan û partiyên jîngehî û dewletên ku li ser peymana Parîs ya hewayê mohir kirin dikin ku fişarê li ser dewleta tirk bike da ku avê ji nû ve berde. Em xwe ji bobelatên ne diyar yên ji ber van kiryaran biparêzin.”
"Ava Firatê li heremê sembola jiyanê ye" 
Endama Insyatîfa Keziyên Kes Gulîstan Sîdo bertekên xwe li hemberî qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve wiha nîşan da: "Ev demeke ku dewleta tirk ava Firatê bi temamî li ser Sûriyeyê û hemû herêmên ku ava Firatê têde derbas dibe qut kiriye, gihiştiye astekê ku êdî metirsiyên pir mezin li ser jîngehê û niştecihên herêmê de çêbûye. Her wiha her kes dizane ku ava Firatê demarên jiyanê ye ji bo herêmê. Ev nêzî 4 mehin ku dewleta tirk çemê Firatê ku tê zanîn wek çemeke pir mezin e qut kiriye û herikîna avê kêm kiriye.  Her wiha necara yekemîne ku dewleta tirk kiryarên bi vî rengê pêk tînin, sala 2020’an jî dîsa kiryarên bi vî rengî pêk anî, her wiha ev kiryar jî li dijî hevpeymanên navdewletî ku ji bo para her dewletekî ye ji ava di heremên xwe de qut nebe û xwe li ser wê avê bidin jiyan kirin û sûd jê wergire. Lê dewleta tirk ev yek bin pê kiriye û tu zagonên bi vî rengî pêk nayne. Ji ber vê yekê em wek  Insyatîfa Keziyên Kesk me dixwest em bertekên xwe li dijberî van kiryaran bidin nîşan kirin, her wiha em van kiryaran bi tundî şermezar dikin."