Husiyan li El-Beydayê mafên mirovan binpê dikin

Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, ragihand ku di navbera Çileya 2015 û Çileya 2025’an de 8 hezar û 186 bûyerên binpêkirinên mafên mirovan hatin tomar kirin.

Yemen – Rêxistina mafên mirovan a Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, ragihand ku di navbera Çileya 2015 û Çileya 2025’an de li parêzgeha El-Beydayê ya Yemenê ji aliyê milîsên Hûsî ve 8 hezar û 186 bûyerên binpêkirinên mafên mirovan û zirara madî tomar kiriye. Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan û rêxistinên navneteweyî, ji bo şermezarkirina sûcan, darizandina sûcdaran û mîsogerkirina ewlehiya parastina sivîlan ya ji binpêkirinên bang kirin.

Di raporê de hate diyar kirin ku di encama van binpêkirinan de jin û zarok jî di nav de 842 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 931 kes jî ji birîndar bûn û hinek ji wan rastî seqetiyên mayînde hatin.

Di van bûyeran de rêbazên qetilkirinê wiha ne: 61 guleyên sekvanî, 285 êrîşên çekdarî, 198 êrîşên rasthatî, 214 teqînên mayîna reş, 41 înfazên zevî, 13 teqînên malan, 18 suîkast, 14 cinayetên di bin îşkenceyê de, 8 perçiqandina bi wesayîtên zirxî û 17 bûyerên din ên bi rêbazên cûrbecûr hatin kirin.

Agahiyên têkildarî birîndaran jî wiha ye: 93 êrîşên bi guleyên sevkanî, 271 êrîşên çekdarî, 163 êrîşên bêsedem, 309 teqînên mayînan yên piraniya wan bi seqetiya mayînde û travmayên derûniyên giran encam bûn, 34 teqînên malan, 14 îşkenceya fîzîkî, 16 mayîna di bin wesayitên zirxî û 29 kes jî ji ber sedemên cuda birîndar bûn.

Her wiha di raporê de ji bo van bûyeran jî cih hate dayîn: 2 û hezar 780 bûyerên binçavkirin û revandinê, 366 bûyerên windakirina bi zorê, 132 bûyerên îşkenceya derûnî û fîzîkî û 2 hezar 691 bûyerên binpêkirina mafên kesane û rûmeta mirovan.

Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, destnîşan kir ku ev sûcan binpêkirinek eşkere ya Peymanên Cenevreyê û qanûna mirovî ya navneteweyî ne û van sûcan wekî sûcên şer ên “Xwezaya sûcdar ya vê koma mîlîtan” pênase kir.

Tora Maf û Azadiyên Mirovan a Yemenê, di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo demildest rawestandina van binpêkirinan, rakirina dorpêçê û ji bo avakirina rêyên biewlê ya gihandina alîkariya mirovî ya ji bo herêmên bandorbûne, pêşîgirtinên lezgin bigrin.