Hûnermend Gurbet Aydin li Kobanê hat bibîranîn

Tevgera Hîlala Zêrîn ya herêma Firatê hûnermend û Şoreşgera kurd Gurbet Eydin (Hozan Mizgîn) di salvegera wê ya 31'emîn de bibîranîn.

Kobanê – Tevgera Hîlala Zêrîn ya herêma Firatê şoreşger û hunermend Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) di salvegera wê ya 31'emîn de bi bîr anîn. Hozan Mizgin bi salên direj hûner û tekoşîna xwe ya azadiya jin de di nava gelê Kurd de xwedî cihekê giring girtiye. Bi deng û hûnera xwe bûyê dengê hemû jinên tekoşerên azadiyê.

Di bîranîna Hozan Mizgîn de jinên hûnermend, saziyên jin û dêzgehên jin yên herema firatê amade bûn. Bîranîn di destpêke ji bo bîranîna  jinên di tekoşîna azadiya jin de jiyana  xwe dest dana bi yêk deqe rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn ya Herêma Firatê Fatma Helîl axaftin kir.  

‘Em ê bi hûnera xwe xwelî li têkoşîna wê derkevin’

Fatma Helîl  di destpêka axaftina xwe de  hemû şehîdên meha Gulanê di şexsê şoreşger û hunermend Mizgîn  de bi bîranîn û got:"Şehîd Mizgîn şoreşger û hunrmend bû bi saya wê jinên cîhanê û jinên hunermend bi tayebet têkoşîna jinên derket holê. Em wek jin yên ku huner û çanda kurdî diparêzin emê şopdarê doza şehîd mizgîn bin. Piştî şehadeta wê ya ku di sala 1992'an de her kesî navê zarokên xwe kirin Mizgîn û di her malekê de dengê hozan Mizgîn bilin bû. Em ê bi hûnera xwe xwelî li têkoşîna wê derkevin”

Bîranîn bi stranên Hozan Mizgîn dawî bû.

Endama Hîlala zêrîn a kantona Kobanê  Leyla Ehmed wiha nêrîna xwe anî ziman: "Salvegera şehadeta hozan Mizgîn ya ku jineke şoreşger û hunermend jina ku çanda kurdetiyê parastî  em wê bi rêzdarî bi bîrtînin. Şehîd Mizgîn pêşenga jinên ku îro bi hezaran li dijî zilm û zordetiyê tîkoşîn dikin  û hunera xwe di her aliyê de parastin û ji her kesîra xwe îsbat kirin ku tu kes nikarin hunera jina kurd winda bikin."