HRANA: Di rojekê de 109 kes mirin û birîndar bûn

HRANA’yê ragihand ku di nava 24 saetên borî de 109 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 109 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Şerê DYE-Îsraîl û Îranê 39 roj in didome. Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA’yê bi raporek bîlançoya 24 saetên dawî ya şerê DYE-Îsraîl û Îranê parve kir.

HRANA’yê ragihand ku di nava 24 saetên borî de li ser 20 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 215 êrîş çêbûne 61 j wan li ser baregehên leşkerî, baregehên Muhafizên Şoreşa Îranê, navendên hêza Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên neftê û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.

Di rojek de 109 kes mirin û birindar bûn

Li gorî rapora HRANA’yê di encama êrîşên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 109 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne lê hejmarê ji hev nehat cudakirin.

HRANA’yê ragihand ku balafirên şer ên DYE û Îsraîlê piraniya êrîşan li dijî Tehran, Faris, Xozistan, Esfehan, Hurmuzgan, Elbûrz û Sistan û Belucistanê pêk anîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka şerê DYE-Îsraîl û Îranê ve heta duh, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hezar û 665 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ji wan 248 zarok in.