Hikumeta Iraqê êrişî xelkê Mexmûrê dike: 2 kes birîndar in

Hêzên Iraqê carek din bi guleyan êrişê xelkê Mexmûrê kir. 2 kes birîndar in.

Mexmûr – Leşkerên Iraqê xwestin li dora wargehê kuleyên leşkerî danin û têl bikin. Li dijî vê hewildana leşkerên Iraqê, xelkê wargehê helwesta xwe nîşan dan û li beramberî vê yekê rabûn. Hêzên Iraqê yê êrişî xelkê Mexmûrê kirin û di encama êrişê de ciwanek birîndar bûbû, carek din bi guleyan êrişî xelkê Mexmûr kir. Hat zanîn ku Ehmed Emer Mijînî yê yek ji şêniyên Mexmûrê ye di encama êrişê de birîndar bûye.

Xelkê Wargeha Mexmûrê ji serê sibehê ve li dijî hewildanên dorpêçkirin û têlkirina wargehê li pêşiya hêzên Iraqê di nava çalakiyê de ne û nahêlin hêzên Iraqê bikevin wargehê de.

Hêzên Iraqê dema ku dîtin gel ji berxwedanê paşde gav na avêje, serî li rêbazên tundiyê dan û bi çekan êrişî gel kirin. Gel jî bi kevir û dirûşmeyan bersiva hêzên Iraqê dan.

Li dijî êrişên çekdarî yên hêzên Iraqê, berxwedana xelkê Mexmûrê bê navber berdewame.