‘Hincet çi dibe bila bibe divê em li dijî îdamê derkevin’

Aktivîsta mafên jinan Farîba Baloch got ku li Belucistanê gelek kes bi hinceta tiyakê hatine darvekirin û bal kişand ku divê hincet çi dibe bila bibe li dijî îdamê derkevin.

ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Dijminatiya li dijî jinan, zêdebûna şîdeta li dijî wan, cudakariya di ware aborî û civakî de, bêrêtiyên rêveberan û astengiyên li pêşiya siyasetê, bûn sedema serhildana gelê Îranê. Ev serhildana ku Belûcî jî beşdar bûn, bingeha hikumeta komara îslamê ya Îranê hejand. Ji 40 salan zêdetir e komara îslamê, jinan ji hemû mafên wan bêpar dihêle. Li ber çavên welatên cîhanê, li Îranê qetliam û îdam didomin. Aktivîsta mafên jinan Fariba Baloch, behsa sedemên zext û înfazên li Sistan û Belûcistanê kir.

‘Bi îdiaya tiryakê gelek kes hatin darvekirin’

Fariba Baloch diyar kir ku gelê Belucistanê bi hincetên medeyên hişbir tê sûcdarkirin û ji ber wê gelek kes hatine kuştin û got: “Hefteya borî du ciwan hatin darvekirin, gelek ji wan jî cezayê darvekirnê li wan tê birîn. Gelê Îranê ceza û sûcên ku Îran dixe stûyê van ciwanan napejirîne û bawer nake. Ciwanek bêyî ku agahî bidin malbatê û parêzerê wî hat înfazkirin. Li Belucistanê gelek kes bi sûcê madeyên hişbir tên înfazkirin. Bi hinceta mafyaya tiryakê, mafyaya şewateyê, mafyaya mazotê ciwan tên qetilkirin. Di rastiyê de mafyaya şewate û tiryakê hikumet û Muhafizên Şoreşê ne. Hewl didin bi wan hincetan Belûciyan biçewisînin.”

‘25 kes hatin darvekirin’

Fariba Baloch da zanîn ku îsal ji meha Mijdarê ve heta niha ji 25’an zêdetir kes hatine darvekirin û wiha domand: “Bi darvekirina her du ciwanên bi navê Muhsîn Şikarî û Mecîd Reza Rehneverdî re di heman demê de çend ciwanên Belûcî jî hatin darvekirin. Ev yek ji bo gelê Belûcî êşek mezin e. Rast e beriya van çalakiyan bi hinceta tiryakê hatine girtin lê ev sûcdarî rast in gelo? Yek ji ciwanên ku hat darvekirin, bêyî ku were darizandin, bê parêzer û malbatê wî dibin ber sêdarê lê ew li ber xwe dide. Ji derveyî wî çend kesên din jî hatin înfazkirin. Di rastiyê de li Belûcistanê tu wateya hebûna parêzeran tune ye lewre hikumet nahêle ku kes xwe bigihîjîne parêzeran.”

‘Bi hinceta tiryakê li girtîgehan Belûcî hatin qetilkirin’

Farîba Baloch behsa bûyerên li eyaleta Belûcistan Zahîdanê ku bi navê “Îna bi xwîn” tê bibîranîn kir û got: “Dibe ku êrîşên Komara Îslamê li kolanan kêm bibin lê bi hinceta tiryakê û sûcên din ciwanên Belûcî li girtîgehan tên qetilkirin. Sedem çi dibe bila bibe divê em li dijî darvekirinê derkevin. Em çawa darvekirina Muhsîn Şikarî şermezar dikin divê darvekirina kesên din jî bi çi hincetê dibe bila bibe şermezar bikin. Sedema ku gelê Belûcistanê jî wekî gelê Kurd her dem rastî zilmê tê ji ber cudabûna çand, ziman û ola wan e.”

Fariba Baloch, bal kişand ku yek ji van sedeman ol e. Ev zext û qetliam ne tenê li Sistan û Belûcistanê, li ayeletên ku Belûciyên Suni lê hene didomin, eyaleta Gulistan jî di nav de li bajarên din jî gelek kes hatine înfazkirin û girtin û got: “Di komara îslamî de ji bo suniyan jî heman tişt tên kirin û bi salan e dengê Belûciyan negihîştiye tu derê.”

‘Çapemenî girêdayî Komara Îslamê ye’

Farîba Baloch bal kişand ku çapemeniya li Îranê girêdayî Komara Îslamê ye û got: "Di çalakiyên sê mehan de gelek Belûcî hatin girtin û der barê aqubeta wan de agahî pir kêm in em dikarin bibêjin ku nûçeyên têkildarî wan hema bibêje tune ne ev yek jî fikarên mirovan zêde dikin.”

‘Divê jin têbikoşin’

Farîba Baloch got ku dive jinên Belûcî li dijî neheqiyên li wan tên kirin têbikoşin û diyar kir ku bedela her tiştî heye, bidestxistina mafan jî bedelan dixwaze û wiha domand: “Jinên Belûcî dê êdî nekevin rewşa beriya vê tevgerê. Lewre êdî li Belûcistanê, jin şaredar, walî ne û di beşên din de aktîf in. Ger em li dîroka Belûcistanê binêrin, em ê bibînin ku di warê aborî, siyasî, şer û bazirganiyê de jinan rolên girîng lîstine. Belûcistan ket bin mêtinkariyê lê jinên Belûcî niha gelek zana ne û bi vê tevgerê re dirûşm nivîsandin, vîdyoyan weşandin û di torên dîjîtal de aktîf bûn, cihên xwe di xwepêşandanên li kolanan de girtin.”

‘Em kolanan bernedin’

Farîba Beloch behsa xizaniya ku li Belûcistanê zêde bûye kir û wiha bi dawî kir: “Gelek zarok ji ber xizaniyê dest ji dibistanan berdidin. Civakeke dema xwedî zanîn û perwerde be, li dijî zextan bêdeng namîne, dengê xwe bilind dike. Pergala Îslamî tu carî ji bo gelê Belûcistanê derfeta zanînê nedaye, wan ji derfetên perwerdeyê bêpar hiştiye. Hejmara jinên Belûcî yên li kolanan, dibe ku li gorî derên din kêm be lê ji niha û pê ve dê jin dest ji kolanan bernedin.”