“Hin malbatên Tûnisî firotina zarokan ji xwe re kirine pîşe”

Seroka Desteya Tekoşîna li dijî qaçaxçîtiya mirovan a Tûnisê Rawda El-Obaidi got ku hin malbatên Tûnisê zarok anîna dinyayê û firotina wan ji xwe re kirine pîşe

.
Tûnis - Desteya Tekoşîna Dijî Qaçaxçitiya Mirov got ku li Tûnis  fenomena firotina zarokên şîrmij bi navgîniya torên civakî pir belav bûye. Ev bûye diyardeyek bi tirs bi taybet hin lêkolîn hene ku diyar dikin ku rêjeya bazirganiya mirovan ji salên berê gelek zêdetir bûye. Ev rêje di sala 2020'an de li gorî sala 2019'an gihiştiye ji sedî 60, ku duqat bûye.
Rawda El-Obaidi ragihand ku ev diyarde êdî tenê dayikan nagire nav xwe, bal kişand ku hin malbat jî van tewanan pêk tînin.
Her wiha ajansa me di 8'ê Tîrmhê de raporek weşandibû di derbarê diyardeya firotina zarokên biçûk û bazirganiya wan bi rêka malperên tora civakî û di vê raporê de Femînîstên pispor qala xeteriya ku hevgirtina civaka Tûnisî tehdît dike, kirin. her wiha wan bal kişandin ser zehmetiyên ku derdikevin û rê li ber pêkanîna stratejiya parastina niştimanî digirin, nemaze zehmetiyên aborî û civakî yên ku zarok dikin nêçîra tawanên bazirganiya mirovan.