'Hin 60 jinên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de ne'

Komeleya Girtiyên Filistînî ragihand ku hin jî 60 girtiyên jin ên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de ne.

Navenda Nûçeyan – Berpirsa Çapemeniyê ya Komeleya Girtiyên Fîlîstînî Emani Serahine der barê girtiyên jin ên li girtîgehên Îsraîlê de daxuyanî da. Emani Serahine got ku hîna 60 girtiyên jin ên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de ne, ku 56 ji wan piştî êrîşên ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiribûn hatin girtin.

Emani Serahine diyar kir ku di peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Hemas ü İsraile de heta niha 33 jinên esir hatine azadkirin.

Ji 24’ê Mijdarê vir ve 24 girtiyên jin ên Filistînî yên di koma yekem de û 6 jî di koma duyemîn de hatin berdan û şeva borî jî 33 girtiyên Filistînî ku 3 ji wan jin bûn, ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan.

Ji bo pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbesta demkî ya 4 rojan di 24’ê Mijdarê de dest pê kiribû. Ji bo berdana 150 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de li hemberî 50 girtiyên Îsraîlî yên di destê Hamasê de ne, lihevkirinek hat kirin. Wezareta Karên Derve ya Qeterê duh ragihandibû ku agirbesta demkî ya li Xezayê 2 rojên din hat dirêjkirin.