Hîlala Zêrîn: Em ê li ser şopa Sarayan têkoşîna xwe bilind bikin

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn bi nêzbûna komkujiya Parîsê ku di wê komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetîlkirin, bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Qamişlo- 3 jinên şoreşger yek jê pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê a Parîsê Fîdan Dogan, EndamaTevera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, di 9’ê çileya 2013’an de li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê Jinên şoreşger bi bîr anîn.

‘Soza şopandina rêya wan didin’

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Hîlala Zêrîn, Zîlan Mecîd ve hatî xwendin wiha bû:

“Berxwedêr û damezrînera PKK’ê  Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Fîdan dogan û Leyla Şaylemez di 10’emîn salvegera şahadeta wan  û yên  siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya 2016’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li ser destên dagirkeriya Tirkiyê şehîd bûn. Em bi rêzdarî bi bîrtînîn. Wekî Tevgera Jinên Hîlala Zêrîn em soza şopandina rêya wan didin û dibêjin hedefgirtina jinên siyasî  aliyê dewleta Tirk a faşîst ve wê îradeya me neşkine. Kesayetên weke heval Sakîne û rêhevalên wê ku jiyana wan hemû bi têkoşîn û berxwedanê  li hemberî desthilatdariyê tije û dagirtî bû ew berxwedanî bû sedema rê vekirina rêya azadiyê ji jinan re û di cîhanê de bû sembol. Em weke  Tevgera jinên  Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî şoreşa me xwe dispêre mirasên dîrokî ku  bi taybet bandora tevgera azadiya jin li ser jinên kurd li Rojavayê Kurdistanê hate kirin ev jî bû bingeha şoreşa me. Ji ber vê yekê rojane di herêmên me de jî jinên pêşeng yê şoreşê ku heval Sakîne ji xwe re wek sembola berxwedanê didîtin rastî êrîşên qirkirinê tên. Ev jî wê dide diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a qirker Kurdan qirbike, îradeya jinê bişkîne û xweseriya demokratîk bê bandor bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, hedefgirtina jinên pêşeng berdewamiya komploya navneteweyî ye û wiha hate gotin: “Komkujiya 9’ê çilê ya 2013’an û ya Silopiya ku di sala 2016’an de ku li hemberî pêşengên şoreşa jinê li Parîsê pêk hat, ev jî nîşaneya polîtîkayên qirkirina jinên Kurd û berdewamiya komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ye. Ji ber di hedefa hêzên faşîst de pêşengên tevgera azadiyê û jinên pêşeng dike tine bikin. Qetil kirina sê jinan di asta rêveberiyê de em weke kesayet nagrin dest lê belê di asta tewan û sûcên şer de dibînin, ji ber ku jinên siyasetmedar û dîplomat ên ku bûne dengê jinên azadîxwaz û ev bûyer di dilê Fransayê de ku cihê herî girîng ên jin û femînîsta ne ev wê peyamê dide hemû jinên pêşeng ku hişmendiya desthilat wê rê nede ku jin pêşengtiya civakê bike. Ji bo wê em vê komkujiyê di asta qetlîam û qirkirina jinên siyasî de digrin dest.”

‘Vê dozê bişopînin’

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin ku rayedarên Tirkiyê li xwe mukir hatine û wiha bi dawî bû: “Ji ser komkujiyê re 11 sal derbasbûn rayedarên Tirkiyê jî li xwe mukir hatin ku bi destê xwe bi awayekî pilankirî ev komkujî pêk anîne. Lê ruxmî vê yekê jî dewleta Fransa helwestek li hemberî dewleta Tirk negirt. Ev bêdengî tê wateya ku di komkujiya Parîsê de hevkariya dewleta Fransa bi dewleta  tirk re ye û dewleta Fransa ya ku doza mafên mirovan û jinan dike dixe bin şermeke mezin li pêşberî raya giştî. Heya ku dewleta Fransayê ji Tirkiyê hesap nexwaze nikare xwe ji vê şirîktiya kumkujiya Parîsê ku bi destê dewleta Tirk pêkhatiye xelas bike. Em weke tevgera jinên  Hîlala Zêrîn em dîsa soza xwe bi şehîdên xwe re nû dikin û li ser şopa wan in. Em dibêjin ji bîr kirin îxanete. Em ê tola hemûyan hilînin û vê dozê jî bişopînin ta ku hesapxwestinekî navneteweyî  ji  dewleta Tirk were xwestin û edalet bi cih bibe. Dîsa em wek jinên Kurd li ser şopa Sarayan têkoşîna xwe bilind bikin û di sala 2024’an de bi yekitiya jinan em ê hemû komployên qirkirinê vala derbixînin û destkeftiyên jinan bi têkoşînê mîsoger bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.