Hikumeta Îranê li dijî serhildanê komên paramîlîter bikar tîne

Hikumeta Îranê hewil dide bi grubên paramîlîter Serhildana “Jin Jiyan Azadî a ku di nav civakê de ronîbûnê da avakirin bitepisîne. Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê di wan demen dawî de li hember zarokên keç erîşên bi asît, revandin û îşkencekirin pêk tên.

SIRUŞA AMÎN

Navenda Nûçeyan- Komên selefî yên Îranê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi piştgiriya

Pasdarên Şoreşa Îranê û hêzên din êrişî xelkê wir dikin. Herî dawî van grûpan li bajarê Merîwanê êrişî hejmareke zêde ya ciwanên bajarê Merîwanê kirin. Li gorî şahidan, tevî ku nasnameya êrîşkaran hat zanîn jî, hikûmetê ti gav neavêtiye, li şûna wan kesên ku êrîşê protesto dikin hatine girtin. 

Kom gefan li gel dixwin 

Tevî gelek caran nerazîbûnên gel û çalakvanên sivîl li dijî komên ku ji aliyê komên  ewlekarî ve tên piştgirîkirin, hikûmetê ji bilî parastina qanûnî ya van kesan, ew her tim ji bo tepeserkirina serhildanê kar û çekdar kirin. Tê zanîn ku van grûpan pêştir perwerdeya leşkerî ji hêzên Şoreşê wergirtine û bi fermana Îranê gelek operasyon û kuştin pêk anîne. 

Armanca sereke ya bikaranîna selefiyan ji aliyê hikûmetê ve weke şerê li dijî gelê azadîxwaz û her wiha zordestiya olî ya li dijî Sunniyan tê şîrovekirin û sedemeke din jî bandora selefîtiyê li Rojhilatê Kurdistanê û lawazbûna îdeolojiyê tê dîtin.  

Jiyana jin û keçan di xetereyê de ye 

Dîsa li Îran û Rojhitlata Kurdistanê rêjeya tundiya li ser jinan zêde bûye. Di van demên dawî de bi taybetî keç û jin dibin hedefa rijandina asîtê li ser rûyê wan. Ev yek êrîşa Cotmeha 1993'an a li Îsfanê tîne bîra mirov, ku asît bi rûyê gelek jin û keçan re rijandin. Di wê demê de hate gotin ku ew ne li gorî rêgezên îslamî ye û ev êrîş ji aliyê dewleta Îranê ve hatine hembêzkirin û paqijkirin. Bertekên li hemberî êrîşan bi salan dewam kirin, hikûmetê di sala 2017'an de bi tazmînateke hindik doz girt. 

Serhildanê ronîbûna gel afirand

Îro jî dîsa heman rewş hat dîtin. Hikûmet hewl dide serhildanê bitepisîne, tundî û tirsê belav dike. Lê teqez hişyarî û ronakbîriya ku bi serhildanê dest pê kiriye, nayê astengkirin. Gel ji bo azadiya xwe bi biryar e.