Hêzên Rûsyayê bi panzêrê pê li jinekê kirin

Şêniyên Çilaxa ya kantona Cîzîrê vê sibehê bi çalakiyekê nehiştin hêzên Rûsyayê artêşa Tirk dewriyeya hevbeş bidin destpêkirin. Di çalakiyê de hêzên Rûsyayê panzêrekê pêl li jinekê kirin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl da bi artêşa Tirk re ji gundê Dêrna Axa yê li bakurê bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê-Herema Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê dewriyeya hevbeş bidin destpêkirin.

Şêniyan çalakî li hemberî hewldana Rûsyayê li dar xist û pêşî li ber dewriyeyê girt. Hêzên Rûsyayê gule û bombeyên gazê li çalakvanan reşandin û di encamê de panzerek ya hêzên Rûsyayê pêl li jina bi navê Evîn Îsa kir. Piştî bûyerê Evîn Îsa rakirin nexweşxaneyê.

Çalakvanan nehişt dewriyeya Tirk derbasî herêmê bibe û li deverê bigere.