Hêzên Îsraîlê jin û zarok jî di nav de 580 mirovên sivîl girtin
Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên li herêmên cuda yên Şerîaya Rojava didomînin. Rêxistinên mafên girtiyan ên Filistînê diyar kirin ku di 21 rojan de 17 ji wan jin û 60 ji wan zarok, 580 sivîl hatine girtin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250211-20250211-o2lcl-jpg74a837-image-jpg33b3d7-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlê, li dijî sivîlên li herêmên Şerîaya Rojava, bajarê Cenîn û kampên wê dimînin kampanyaya girtinê didomîne. Ev yek bû sedem ku hemjara girtiyan û sûcên li dijî wan tên kirin zêdetir bibin.
Hêzên Îsraîlê di roja 11’ê Sibatê êrîşê bajarê Cenîn û kampa wê kir û di encamê de zirarek mezin gihîşt malên sivîlan û binesaziyê û 3 sivîlan girt.
Çavkaniyên tibî yên Filistînê, diyar kirin ku hêzên Îsraîlê nahêlin ambulans bikevin taxa Rojhilat a bajarê Cenînê, rexistinên mafên mirovan ên Filistînê jî di raporên xwe de piştrast kirin ku di meha Çileyê de hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 580 kesên sivîl girtine.
Di raporê de hat ragihandin ku di navbera girtiyan de jin û zarok jî hene, heta 19’ê Çileyê dema ku agirbestê dest pê kir, li Şerîaya Rojava hejmara kesên hatibûn girtin 455 jê jin û hezar û 115 jê zarok, bûye 14 hezar û 500 kesan.
Bi hezaran kes koçber bûn
Komîteya Medya ya li Kampa Cenînê, diyar kir ku êrîşên hêzên Îsraîlê li ser Şerîaya Rojava didomin û di encamê de bi qasî 20 hezar sivîl ku nêzî 3 hezar û 200 malbat in neçar mane bajar biterikînin. Her wiha hat diyarkirin ku tevî kêmasiya av û cereyanê, di warê xurek û pêdiviyên sereke yên zarokan de jî zoriyên mezin hene û ev yek krîza li ser jiyana mirovan mezintir dike.
Komîteyê diyar kir ku di êrîşa li kampê de di navbera 150 û 180 de mal rûxiyane û çar nexweşxaneyan li bajar, ji ber nebûna avê bi krîza akut re rûbirû ne, vê yekê jî dibe sedem ku nexweşxane nikaribin xizmetê bikin.