Hezar û 760 Filistiniyên li benda alîkariyê bûn hatin kuştin

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî duh ragihand ku ji dawiya Gulanê ve herî kêm hezar û 760 Filistîniyên li Xezayê gava li benda alîkariyê bûne, hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî duh derbarê rewşa dawî ya Xezayê de daxuyaniyek da. Ofîsê da zanîn ku li gor agahiyên gihîştine destên wan, ji 27’ê Gulanê heta 13’ê Tebaxê herî kêm hezar û 760 Filistîniyên di nav hewldana gihîştina alîkariyê de bûne, hatine kuştin.

Ofîsê ragihand ku 994 kes li nêzî cihên Weqfa Mirovî ya Xezayê (GHF) û 766 kes jî li ser rêyên karwanên alîkariyê hatine kuştin. Ofîsê diyar kir ku piraniya van kuştinan ji hêla artêşa Îsraîlê ve hatine kirin.

Daneyên Ajansa Parastina Sivîl a Xezayê

Ev hejmar li gorî hezar û 373 mirinên ku ji hêla ofîsê ve di 1’ê Tebaxê de hatine ragihandin zêdebûnek e. Nûjenkirin bi daxuyaniyek ku ji hêla Ajansa Parastina Sivîl a Xezayê ve roja Înê hat weşandin re hevdem bû. Ajansê ragihand ku herî kêm 23 kes ji ber gulebarana Îsraîlê hatine kuştin, 12 ji wan dema ku li benda alîkariya mirovî bûne, mirine. Artêşa Îsraîlê di bersiva daxwaza AFP’ê ya ji bo şîroveyê de got ku ew van raporan dinirxîne.

Serfermandarê Îsraîlê: Planek nû tê

Ji ber qedexeyên medyayê li Xezayê û dijwariyên gihîştina beşên mezin ên axê, AFP nekarî bi awayekî serbixwe agahî û hejmara miriyan a ji hêla Ajansa Parastina Sivîl û artêşa Îsraîlê ve hatî dayîn piştrast bike. Roja Çarşemê, Serfermandarê artêşa Îsraîlê pejirandina planeke nû ya êrîşa Xezayê ragihand. Îsraîl bi vê plana nû armanc dike Hamasê têk bibe û hemû rehînên mayî rizgar bike. Artêş plan dike ku kontrola Xezayê û kampên penaberan ên derdorê, deverên herî qelebalix ên herêmê ku ji ber zêdetirî 22 mehên şer wêran bûye, bistîne.

Hamasê operasyon şermezar kir

Niştecihên Xezayê di rojên dawî de ji AFP’ê re gotine ku êrîşên hewayî yên ku deverên niştecihbûnê hedef digrin zêde bûne. Di heman demê de Hamasê "operasyonên bejayî yên êrîşkar" ên Îsraîlê li herêmê di destpêka vê hefteyê de meşandine şermezar kir.

Wezareta Tenduristiyê dibêje hejmar zêdetir e

Planên hikûmeta Îsraîlê ji bo berfirehkirina şer hem di qada navneteweyî û hem jî navxweyî de rexneyan derxistiye holê. Pisporên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve tên destekkirin, hişyarî dane ku li herêmê birçîbûnek berfireh heye. Pisporan gotine ji ber qedexeyên tund ên Îsraîlê li ser mîqdara alîkariya mirovî ya ku destûr tê dayîn ku bikeve herêmê ev rewş derketiye holê. Li gorî daneyên fermî yên AFP’ê, di êrîşa Hamasê ya Cotmeha 2023’yan a ku şer da destpêkirin de, hezar û 219 kes hatine kuştin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê - ku ji aliyê NY ve wekî pêbawer tê nasîn - di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 61 hezar û 776 Filistînî hatine kuştin.