Heyeta Îmraliyê wê di demeke nêz de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê, tekildarî hevdîtina bi AKP’ê û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî daxuyaniyeke niviskî da.

Enqere – Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê, diyar kir ku derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi heyeta AKP'ê û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kirine û got ku piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan di 15-16’ê Tîrmehê de bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevdîtin kirine û ev tişt anîn ziman: “Di hevdîtinê de me rewşa pêvajoyê girt dest û anî ziman ku divê qanûna çarçoveyî demildest bikeve meriyetê û ji bo ew qanûn ji bendewariyên civakê re bibe bersiv danûstandin kirin. Danûstandinên me yên vê derbarê de dê berdewam bike."

Her wiha hat destnîşan kirin ku piştî van hevdîtinan armanca wan ew e ku demildest biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.