Heyeta Îmraliyê: Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in
Heyeta Îmraliyê piştî ku li Silêmaniyê bi Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî, Qubad Talebanî û Şanaz Îbrahîm re civiya daxuyaniya çapemeniyê dan.

Navenda Nûçeyan – Heyeta Îmraliyê piştî ku li Silêmaniyê bi Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiyan, serdana gora Celal Talebanî kir. Li vê derê Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di derbarê hevdîtinên li Silêmaniyê de ji çapemeniyê re axivî.
Keskîn Bayindir di civîna çapemeniyê de wiha got: “Me peyamên birêz Ocalan gihand rêzdar Bafil û Qubad Talabanî. Me nêzî saetek û nîvan hevdîtineke girîng kir. Me li ser pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja Rojava û aştiya navxweyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaş kir. Me dît ku rola Mam Celal a ji bo aştî û lihevhatinê beriya niha lîstî, îro birêz Bafil û Qubad Talabanî jî dilîzîn. Wê aktorên Kurd di vê pêvajoyê de roleke dîrokî bilîzin, em ji vê yekê bawer in. Em gelek spas dikin ku xwedî helwestek bi vî rengî ne. Bila gelê me, gelê Kurdistanê dilrehet bin, hemû aktorên Kurdan îro jî bi vê dîdariya me derket holê ku bi dilxweşî, wê bi biratî bi hemû hêz û qeweta xwe dê piştgiriyê bidin proseya aştiyê û lihevhatinê. Ji ber vê yekê ji bo encama vê hevdîtina me em gelekî dilxweş û kêfxweş in.
‘Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in’
Di rojeva gelê Kurd de li Rojava, li Başûr li Rojhilat gelekî alozî jî hene. Lê belê hêvî û bendewariyên me yên mezin jî ji bo serkeftinê ji bo milletê Kurd hene. Îro li ser bingeha yekitiyê, li ser yekitiyê hemû aktor û hêzên Kurdan 3 roje em li Başûrê Kurdistanê bi aktorên Kurd re hevdîtinan dikin. Hemû aktor tiştekî dibêjin; çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya rêzdar Ocalan dê hemû Kurd destkeftiyên mezin bi dest bixin. Çareserî û proseya aştiyê bi pêşengiya rêzdar Ocalan em bi rêzdar Ocalan bi înîsiyatîfa wî û hêza wî bawer in û em bi hemû heza xwe çi ji destê me were ji bo çareserî bipêş bikeve em li gel rêzdar Ocalan in, li gel hêz û înîsiyatîfa wî ne. Lewma em li gel şandeya xwe em dikarin ji gelê xwe re ji hemû dinyayê re ji cîhanê re parve bikin. Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in. Hemû aktor û hîzbên Kurdan ji bo aştiyê ji bo ku destkeftiyên xwe biparêzin, bipêş bixin helwesta yekitiyê heye. Ev ji bo gelê me ji bo gelê Kurdistan hêviyeke pir mezin e.
‘Rêzdar Ocalan qedir û qîmetek mezin dide her ferdekî’
Ya dûyemîn; berê me dixwest hemû partiyên siyasî ev şandeya me dîdarî li dar bixe. Lê bes derfetên me tunebûn em bi hizbên siyasî ku me hevdîtin bi wan re nekir, li ser navê heyetê lêborînê dixwazin. Bila bizanibin rêzdar Ocalan qedir û qîmeteke herî mezin dide her ferdekî. Em silavên rêzdar Ocalan ji bo partiyên siyasî yên başûre Kurdistanê ku me dîdarî li gel wan nekiriye em silavên Ocalan ji wan re rêdikin. Em hevî û bendewarî li wan dikin ku proseya ku rêzdar Ocalan dixwaze bipêş bixe hemû aktorên Kurdan ku me hevdîtin bi wan re nekiriye em piştiriya wan dixwazin.
Bi kurtasî em dîsa silavên xwe, dilsozî û dilgermiya xwe ji bo şandeya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê dikin, bi taybetî jî ji bo serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Qubad Talabanî dikin. Şandeya me hevdîtinên xwe îro li vê derê li Silêmaniyeyê bi dawî dike. Em ê berê xwe bidin Hewlêrê û şandeya me dê sibê biçe Tirkiyeyê. Roj ne diyare lê di pêşerojê de heyeta me dê der barê van hemû hevdîtinan de ji raya giştî re, ji gelê me re daxuyaniyeke bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê heyete we bi rêzdarî silav dikin.”