Heyat El Nimir a ji Xezayê: Yekane riya li dijî şer biryardarî ye

Heyat El Nimir a ji Xezayê diyar kir ku tekane riya berxwedanê ya li hemberî êrîşên Îsraîlê biryardarî ye û got: "Em li vir zehmetiyên ku tu însan nikare ragire, dikişînin."

NEXEM KERACE

Xeza – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Zivala Xezaayê berdewam dikin, herî zêde jin û zarok bedêla şer didin. Bangên berdewam ên jinên li Xezayê yên ji bo agirbest û vekirina korîdorên mirovahî bê bersiv dimînin. Êşa jinan a li Xezayê rûyê rast ê şer nîşan dide. Ji bo jinûve avakirina jiyana jinên ku hema bêje her tişt winda kirine, destwerdana lezgîn a civaka navneteweyî pêwîst e.

Heyat El Nimir jineke Filistînî ye di dawiya 50 saliya xwe de ye. Di nav welatiyan de bi navê "jina ji hesin" tê naskirin ji ber jiyana wê tijî rûbirûbûyîn û zehmetî ne bi taybet piştî hevjînê xwe winda kir û 7 zarok li pey xwe hiştin ku yek ji wan nexweşiya wê giran e. Heyat El Nımir got: "Windakirina hevjînê min tenê destpêkirina jiyaneke bi êş bû. Min xwe bi tenê li hember zehemetiyên jiyanê û berpirsyariyan dît."

Şerê berdewam ku dikeve meha xwe ya dehemîn siya xwe ya giran davêje ser milê Heyat El Nimir ku li keça xwe ya nexweş miqate be û zarokên xwe yên din jî bi tenê nehêle. Heyat El Nimir bi gelek pirsgirêkên derûnî û fîzîkî re mijûl dibe. Bombebarana berdewam û tirsa windakirina yek ji zarokên xwe êşên wê girantir dike. Her roja derbas dibe ew ji bo hebûna malbata xwe têdikoşe. Heyat El Nimir wiha anî ziman: "Ji ber koçberiya zêde laşê me herifî ye. Em bi kîlometreyan li ser lingê xwe meşiyan e. Tirs beriya xwînê di damarên me de dimeşin. Jin cewhera jiyanê ne. Baweriya min heye ku berxwedan riya tekane ya sekinandina li hember şer e. Ez  bi israr im xurt bimînim ji bo zarokên xwe û jinên ku heman êşa min dijîn e."

‘Rewşa Aborî barê jinan girantir dike’

Heyat El Nimir wiha gotinê xwe berdevam kir: "Peydakirina derfeteke kar bûye mîna mucîzeyekê bi taybet di rewşa dorpêçê û rûxandina binesaziyê de. Jin neçar dimînin di rewşên xirab û ne aram de bijîn. Pir caran heqdest gelekî kêm e têra pêwîstiyên malbatê yên sereke nake. Gelek jin berê xwe didin karên zehmet mîna paqijkirina malan dibistanan yan jî karê di mezreyan de. Lê belê ji ber rewşa aborî derfetên kar ên herî biçûk jî peyda nabin."

‘Gelek jin şevên xwe birçî derbas dikin’

Di van deh mehên şer de jin li Xezayê hîn di têkoşînekê bi jiyanê re ne ji bo jiyana xwe dewam bikin. Jinên Xezayê êzingan didin hev û agir ji bo çêkirina xwarinê dadidin. Heyat El Nimir wiha behs kir: "Ji bo xwarinê em neçar in vegerin şêwazên berê. Bi her çêkirina xwarinekê re jî çavê me tijî hêsir dibin ji ber ev ne jiyana me ye. Şerê heyî ji jinan re tu bijarde nehiştin ji bilî di rêzên alîkariyan ên dirêj de bisekinin. Bi seatên dirêj disekinin ji bo xwarinê ji malbata xwe re peyda bikin. Gelek ji wan jinan şevên xwe birçî derbas dikin. Her şevek bê xwarin derbas dibe barê wan girantir dibe ji ber êşa peydakirina xwarinê di asta yekem di lîsteya metirsiyên wan de ye."