‘Heya vegera xaka xwe wê têkoşîna me bidome’
Koçberên ji Serêkaniyê ku ev 5 sal in Kampa Waşokanî li dijî dagirkeriyê têdikoşin anîn ziman ku yekane daxwaza wan vegera warên xwe ye.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Kampa Waşokanî li bakurê rojavayê bajarê Hesekê cih digre. Bi hezaran kesên ji Serêkaniyê ji ber êrîşên dewleta Tirk di Cotmeha 2019’an de neçarî koçberiyê bûn. Ev 5 sal in koçberên bi êrişên dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûn têdikoşin. Jinên li Kampa Waşokanî tevî zehmetiyan jî têkoşîna xwe didomînin anîn ziman ku daxwaza wan vegera xaka wan a rizgarbûyî wê têkoşîn û berxwedana wan bidome.
‘Koçberên Kampa Waşokanî tên paşguh kirin’
Hevseroka Rêveberiya Kampa Waşokanî Melek Salih, destnîşan kir ku rewşa koçberan di werza havînê de bi xeter e û wiha got: “Penaber rastî gelek zehmetiyan tên, bi taybetî di demsala Havînê de ji ber kêmbûna avê rêjeya germahiyê zêde dibe zarok û jin nexweş dikevin. Di aliyekî din de dûpişk û kermêş derdikevin. Di werza havînê ya derbasbûyî de 2 zarokên ku nû ji dayik bibûn ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên bi vî rengî diqewimin û berpirsyara vê yekê rêxistinên mirovî ne. Ev 5 sal in koçberên kampa Waşokanî paşguh kirine.”
‘Li hemberî êş û berxwedaniya 17 hezar kes bêdengî berdewam dike’
Melek Salih, bal kişand bêdengiya navnetewî ya li dijî êrişên dagirkeriyê û wiha got: “Em hemû dizanin ku Rêveberiya Xweser vê kampê ava kir û heya ji destên wê tê alîkarî pêşkêş dike û koçberan birêxistin dike. Lê em baş dizanin ku her dem ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Rêveberiya Xweser êrîş hene. Hem jî derdora Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû dorpêçkirî ye. Lewma derfetên wan kêm e. Em di nava hewldanan dene ku vê pirsgirêkê çareser bikin, lê divê rêxistinên mirovî alîkariya koçberan bikin ku em bikaribin rê li ber gelek pirsgirêkan bigrin.”
‘Em tenê Serêkaniyê dixwazin”
Şêrîn Mihemed Emîn jî wiha got: “Ev 5 sal in konên koçberan nehatine guhertin, 5 salên serma, germahî û nexweşî û ev 5 salin 17 hezar kes di bin van konan de têkoşîna jiyanê didin. Alîkariya ku tê pêşkêşkirin têrî koçberan nake. Em tiştek ji rêxistinên mirovî naxwazin, tenê dixwazin vegerin malên xwe. Em xwediyên ked û doza xwe ne, em tenê warê xwe dixwazin. Êdî besê bêdengî. Em li vir li ber xwe didin û em ê heta vegerin bajarê xwe û dagirkeran ji xaka xwe derxin têbikoşin.”