Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif: Wê nikaribin berxwedana me bişkînin

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif a li Qamişloyê li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyanî da, got: “Bi van bombebaranan wê tu çarî nikaribe têkoşîn û berxwedana me bişkîne.”

Qamişlo – Dewleta Tirk ji duh şev heya niha êrişên qirkirinê yên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di êrişên ku duh şev destpêkirin û heya niha didomin de jinek û zarokek jî di nav de 12 welatî hatin qetilkirin û 25 welatî birîndar bûn.

Di van êrişan de 42 cihên xizmetguzariyê hatin bombeberankirin û malên gel hat hedefgirtin. Li dijî van êrişan şêniyên bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan. Daxuyanî li pêşiya stadyûma Şehîdên 12’ Adarê hat dayin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yûsif daxuyanî da.

Perwîn Yûsif wiha got: "Em dibînin ku dîsa ji aliyê dewleta Tirk ve êrişên giran li ser herêma me Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Ev êrişên ku tên pêkanîn îsbata îflasa dewleta Tirk a li hember têkoşîna gel e. Têkoşîna vî gelî esasê xwe ji berxwedana Rêber Apo ku li Îmraliyê dide meşandin digre.

Dewleta Tirk îsrar dikin ku li herêmên me hertim şer bidin meşandin. Ji bo ku berxwedan û vîna gelê me têk bibin êrişên bê navber li ser herêmê didin meşandin. Ev êriş ne ku sîng bi sîng bi riya leşker be dide meşandin. Ev êriş bi belafirên bê mirov li ser gel, zarokan û kermendên ku li ber kargeha ne dide meşandin. Bi van bombebaranan wê tu çarî nikaribe têkoşîn û berxwedana me bişkîne. Ji ber ku em li ser felsefeya mîmarê azadiyê Rêber Apo birêxistin dikin û bi riya vekirina deriyê Îmraliyê û diyaloga em ê mifta çareseriyê bidest bixin. Van êrişan bidin rawestandin û berxwedaniya ku em li herêmê didin meşandin wê bi serkeve. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna xwe de berdewam in heta ku em Rêberê xwe azad bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeya “bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.