Hevseroka KCD'ê Leyla Guven: Silav ji gelê Filistînê yê berxwedêr re

Krîz û kaosa li Rojhilata Navîn naqede. Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi salan berê gotibû, "Rojhilata Navîn a konfederal a demokratîk ji bo vê erdnîgariyê modela herî berfireh û civakî ye.”Ger ev sîstem bihata bicihanîn, îro gelê Filistînê ewqas bi tenê nedim.

LEYLA GUVEN

Em nivîsa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven a ku ji 22'ê Kanûna 2020'an ve li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye, ji ajansa me re nivîsandibû, der barê şerê cîhanê yê 3’yemîn ê li Rojhilata Navîn û lêgerîna çareseriyê de bi we re parve dikin.

Tevahiya gotara Leyla Guven wiha ye:

“Li Rojhilata Navîn, rabirdûya ku bi rêkûpêk nehatiye hesibandin, zirarê dide roja îro. Em dibînin ku atmosfereke kaotîk a ku tê de cîhan veguheriye qutbûneke herî zêde û şerê hevpar ê cîhana sêyemîn mijareke destpêkê ye, ji Rojhilata Navîn belavî tevahiya cîhanê dibe. Nîjadkujî, pevçûnên etnîkî, komkujî, penaberî, pêlên nû yên koçberiyê, hevsengiyên jeopolîtîk û çekên wêrankirinê di asta cîhanî de mijarên herî zêde tên axaftin berdewam dikin. Li aliyê din, li Rojhilata Navîn rastiyek heye ku zîhniyeta aştiya navxweyî bi gel, bawerî, mezheb û çandên ku bi hezar salan li ser axa xwe bi hev re jiyane re misoger nake û wan ne weke dewlemendî, weke “Şeqiyên” ku divê bên asîmîlekirin û tunekirin, bi hemû aliyên xwe berdewam dikin. Rojhilata Navîn erdnîgariyek e ku tu şopa wê ji demokrasî, wekhevî, edalet, hilbijartinên azad û hwd. tune ye û fermana padîşahtî, axatî û paşatiyê ya ji bav bi kur re hatiye dayîn mixabin hê jî bi şêwazên curbecur berdewam dike! Ji ber vê sedemê li Rojhilata Navîn, welatê xwedawenda dayikê ku weke “dergûşa mirovahiyê” jî tê binavkirin, krîz û kaos bêdawî ne. Lê belê Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan bi salan berê gotibû, ‘Rojhilata Navîn a konfederal a demokratîk ji bo vê erdnîgariyê modela herî berfireh û civakî ye.’ Ger ev sîstem bihata bicihanîn, îro gelê Filistînê ewqas bi tenê nedima. Hemû gel, bawerî, bingehên exlaqî û polîtîk ên li van xakan dijîn wê li ber xwe bidin û ji bo gelê berxwedêr ê Filistînê bibin mertal.

Gelê Filistînê xwedî dozeke meşrû û rewa ye

Helwesta herî bingehîn a şoreşgeriyê ew e ku tu bê şert û merc li cem gelên bindest rawestî. Gelê Filistînê ku hemû şoreşgerên Rojhilata Navîn ‘mazûvanî’ kiriye, dozeke mafdar û rewa dimeşîne. Têkoşîna 'hebûnê' ya ku gelê Filistînê û Kurd bi sedsalan têdikoşin, belgeya herî berbiçav a durûtî û derewa hemû beşên civakê ye ku xwe weke medenî, demokrat, hemdem û hwd. pênase dikin. Ji ber ku li gorî wê qurbanên qetlîamê kî be, li gorî nasname û baweriya wî û heta rengê çav û çermê wî dibin ‘demokrat.’

Burhan Sonmez dibêje: "Mirina carek bes e ji bo hezaran car tu jiyanê perîşan bikî." Lê li Filistîn û Kurdistanê ne yek, ne hezar, bi sed hezaran kes ji nişka ve hatin qetilkirin! Di nava tirsa bêhêvîtiyê ya ku li Rojhilata Navîn asayî bûye û çareseriya wê hatiye astengkirin, li erdnîgariya xerabiyê, dengê "hawarê” bilind dibe. Êş nayê vegotin, bêguman. Ji ber ku êş û mirin li ser her zemînê heman hesasiyetê û heman hilweşînê di ruhê mirov de çêdike. Ji ber vê sedemê, cesedên biçûk ên li Xezayê ji hev hatine perçekirin, dikarin ji cesedên zarokên li Roboskê li ser milan tên hilgirtin cudatir bin? An jî di navbera Cihûyên ku rastî jenosîdê hatin û zarokên ku di riyan de ji birçîbûn û sermayê jiyana xwe dest dan de, dibe ku cudahî hebe? Di navbera Kurdên ku di jêrzemînên Cizîrê de bi saxî hatin şewitandin û filistîniyên ku li Xezayê bi tonan bombe bi ser wan de tê barandin de, dibe ku ferq hebe?

Em dizanin ku dijminên azadiyê koleyên razî ne

Gelo di navbera zarokên Kurd ên ku li Kurdistanê di bin çerxên panzeran de jiyana xwe ji dest dan û zarokên filistînî yên ku bedena wan a bê can ji binê xirbeyan nehatin derxistin, dibe ku ferq hebe? Ji ber van hemûyan gelê Filistînê û Kurd bi mafdarî di nava întîfade û serhildaneke bênavber de bûn. Em dizanin ku dijminê herî mezin ê azadiyê koleyên razî ne. Stratejiya modernîteya kapîtalîst a qutkirin- parçekirin- rêveberî- û kuştina yên ku nikaribin serdestiyê bikin, ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Ne tenê ew, zirara ku di mejiyê civakan de çêdike pir kûr e. Minak; Wan hesta hevgirtina civakî pûç kirin û li şûna wê çanda xêrxwaziyê danîn. Bi rastî hişmendiya civaka rêxistinkirî felc kirin û ferdperestî û ne-îdeolojî xistin şûna wê. Şûna cemiyetê jiyana cemaatê tercîh kirin. Her ku xizanî û tunebûn kûr dibûn, wan tîpolojiya kesên dilsoz ên ku ji êş û zordariyê re jî spasdar bûn, bi pêş xistin. Li hemberî van hemû xerabiyan gelê Filistînê û Kurd encax bi serhildanê dikarin xwe bigihîjînin cewhera rastiyê. Bi prensîba ku “bêwelatî, bê nasname, bê erdnîgarî” li ser wan hatiye ferzkirin tu carî qebûl nekin û di her firsendê de dîsa serî hildan.

Dema ku ev li Rojhilata Navîn diqewimin, em di serdemek ku li cîhanê geşedanên balkêş diqewimin re derbas dibin. Mînak hêzên hegemonîk ên herî mezin ên cîhanê tevî hemû derfetên teknolojîk û gerdûnî ne di nava aştiyê de ne. Ji ber ku ev welat ji aliyê karsazên xweperest, bêrûmet, qatil û dagirker ve tên birêvebirin. Piraniya çavkaniyên van welatên faşîst ji bo sîxurî û xebatên îstîxbaratê tên xerckirin. Bi manîpulekirina tevahiya civakê, bi taybetî jî gelên welatê xwe, rejîmên xwe yên zordar xurt dikin. Bi avakirina dîwaran li ser sînorên xwe, hewl didin rê li hatina xelkên ku welatên wan wêran kirine bigrin. Lê belê ger destên xwe yên qirêj ji van welatan bikşînin, wê ji dewlemendiyên binerd û sererd ên Rojhilata Navîn zêdetir têra xwe bigrin. Ev welatên hegemonîk ji bo ku tezên xwe xurtir bikin, her dem krîz û kaosê çêdikin. Ji ber wê; dewleta Îsraîlê, Filistîniyan, dewleta Tirk Kurdan, hêzên rojavayî (ji xeynî Îsraîlê) hemû Rojhilata Navîn wek “terorîst” îlan dikin. Ji ber ku ev pênase karê serdestan hêsantir dike. Wekî hûn jî dizanin dikarin her cure jenosîd û qetlîaman li ser kesên ku ji wan re dibêjin terorîst bikin. Difikirin ku dema vê bikin, kes nikare li ber xwe bide. Gelê bindest vê yekê herî baş dizane.

Sekna jinên wêrek her dem eynî ye

Gelê Filistînê ji sala 1948’an û vir ve rastî gelek komkujî û qetlîaman hatin. Mîna qetlîamên ku gelê Kurd li Dersim, Agirî û Zîlan û hwd. jiya! Di vê qonaxê de hem dost û hem jî dijmin dizanin ku gelê me yê li ser axa xwe ya pîroz hatin çaxmixkirin, hebûnên xwe bi xwîn, ax û hêstiran li ser nexşeya zihnî ya Ewropayê nivîsandine. Sekna dayika ku xwîna kurê xwe yê li Xezayê hat qetilkirin li rûyê xwe kir û sonda tolhildanê xwar û sekna dayika Esmer a ku di nava tabûtên her du kurên xwe yên li Cizîrê di jêrzemînê de hatin qetilkirin de bi sekna xwe ya rast meydan xwend, çiqas pir dişibe hev. Mîna seknên leheng ên Leyla Xalid, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz û Arîn Mîrkanan.

Li dijî polîtîkayên şer ên li cîhana serdest a mêr tên afirandin, wê bi destên jinên ku li erdnîgariya Mezopotamyayê şopînerên çanda xwedawenda dayikê û dayikên me yên fedakar ên dilê wan dişewîte, li Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde û bi rûmet li tevahiya cîhanê belav bibe. Bêguman gelê Kurd û Filistînê di salên derbasbûyî de kêmasiyên ku ji pêkanînên wan ên ku kêmasî di wan de çavkaniya xwe digre dibînin û dizanin. Herî zêde jî nêzîkatiyên xasok û hevkarî û nêzîkatiyên wan ên birîndar ên kesên ku wan "dost dizanin” tu carî ji bîra wan naçe. Di qirkirina ku li Filistînê tê kirin de, em şahidiyê rewşeke trajîk jî dikin. Yên ku îro hewl didin Filistîniyan ji malên wan derbixin û jiyana wan serûbin bikin, zarok an neviyên malbatên Yahûdî yên ku berî deh salan li Ewropayê di kampên komkirinê de hatin ragirtin û piraniya wan hatin qetilkirin bûn. Alîgirên wan jî dewletên ku di dema xwe de kesên qirkirina Yahûdiyan organîze kirin re hevkarî dikin bi xwe ne. Ecêb e lê rewş bi temamî ew e. Baş e ku jesên xwedî aqlê selîm û ji tiştên jiyayî dersên rast derxistine jî hene. Mînak: Bi sedan rewşenbîrên Yahûdî yên li Elmanyayê dijîn belavokek belav kirin li dijî sûcên li ser mirovahiyê dengê xwe bilind kirin. Wekî ku bi sedan akademîsyenên li gelek zanîngehên Tirkiyeyê dema ku bajarên Kurdan dihatin bombekirin, belavoka "Em ê nebin alîgirên vî sûcî" weşandin. Lê ger hemû ronakbîr, nivîskar, bi kurtasî hemû parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê rabûna ser piyan, ne Îsraîl dikaribû li Filistîniyan ne jî Tirkiye dikaribû li Kurdan vê zilmê bike. Dê elbet rojekê dengê jinan û civakê yên bindest, hatine biçûkxistin û qetilkirin li hemû cîhanê deng vede û aştiya bi rûmet li van xakên pîroz bi ser bikeve.

Erka mirovî ew e ku hemû kes bê sedem û bê îtîraz li kêleka gelê Filistînê bin

Wek encam; li ber çavên hemû cîhanê li ser gelê Filistînê qirkirin heye. Sazî û rêxistinên navneteweyî ku peywira wan rawestandina vê qirkirinê ye, weke her car tenê gotinên "em pir bi fikar û pir bi guman in" dibêjin. Em wek gelê Kurd durûtiya van saziyan ji nêz ve dizanin. Lewma ya girîng helwesta welatên Rojhilata Navîn e. Mînak di şerê Rûsya û Ûkraynayê de hêzên rojavayî bi biryardariyeke mezin li dora Ukraynayê bûn yek. Ukrayna bi vê hêz û moralê zêdetirî salekê ye li dijî welatekî mezin ê cîhanê yê wek Rûsyayê şer dike. Ger her 57 welatên Misilman ên Rojhilata Navîn îradeyek wiha nîşan bidana dê demildest muzakereyên aştiyê dest pê bikirana û daxwazên gelê Filistînê pêk bihatana. Berpirsiyariya van welatan ew e ku berjewendî û bazirganiya xwe bidin sekinandin û qetlîamê rawestînin. Di vê mijarê de erkekî mirovî ye ku hemû kes bê sedem û bêîtîraz li kêleka gelê Filistînê bin. Em jî wek girtiyên siyasî yên Kurd; dixwazin diyar bikin ku em li cem gelê wêrek ê Filistînê ne. Em hem di erdnîgariyê de hem di berxwedanê de û hem jî di êşan de xwişk û birayên hev in. Em destên dayikên Filistînî yên bi êş maç dikin û bi rêzdarî li hemberê fedakariya wan serê xwe ditewînin. Em hezkirin û hurmeta xwe ji girtiyên siyasî yên Filistînî û hemû kesan re dişînin û dixwazin diyar bikin ku em ê di doza wan a mafdar û rewa de her dem li cem we bin.”