Hevseroka HDP’ê ya Qersê Sevda Sûbaşi hat girtin

Hevseroka HDP’ê ya bajarê Qersê Sevda Sûbaşi a ku di rojên derbasbûyî de di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin hat girtin.

Qers – Polîsên dewleta tirk 12’ê sibatê mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajêr ê Qersê yê Bakurê Kurdistanê Sevda Sûbaşi jî di navê de bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malê hemû kel û pelê wan nava hev xistin û hevserok Sevda binçav kirin.  Dema li midûriyeta polîsan lêpirsîna Sevda û 5 kesên dinê yên hatibûn binçavkirin bi dawî bû, sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî  li îfadeyên wan guhdar kir bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê Hevseroka HDP'ê ya Qersê Sevda Subaşi û 2 kesên din de biryara girtinê da û der barê 3 rêveberên HDP’ê de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.